Rêwas Fayiq: Ewên naxwazin em bibin xwedî destûr, dixwazin gendelî berdewam be

.

Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq radigihîne, gelekî girîng e Herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr. 

 Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq radigihîne, gelekî girîng e Herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr û gendel naxwazin Herêma Kurdistanê bibe xwediya destûra xwe.

Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq li Konferansa “Yekrêzî û Destûr” ya li zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê ragihand, hin siyasetmedar dibêjin ku şert û merc ne li bar in û bila destûra me tune be. Ew aliyên siyasî yên ku naxwazin Herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr, ew dixwazin li ser gendeliyên xwe berdewam bin û ti kes pêşiya wan negire.

Rêwas Fayiq diyar kir, wan wek Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê serdana hemû alîyên siyasî kirine, da ku li ser destûrekê ji bo herêma Kurdistanê li hev bikin.

Rêwaz Fayaq weha jî got, ku dema wan serdana Serokê Herêma Kurdistanê kirine, daxwaz ji wî kirine ku yekrêziyekê ava bike ji bo danîna destûreke guncayî.

Weha jî da xuyakirin, nabe aliyên siyasî bi hinek nêrînên cuda li pêşiya destûrê bibin asteng, ji ber ku destûr tiştekî gelekî pêwîst e û divê sînorên dezgehan ji hev cuda bibin da ku destwerdanê di karên hev de nekin.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin