Rewangeha Sûrî: Di 6 mehên 2021ê de 25 welatiyên sivîl ji aliyê Tirkiyê ve hatine kuştin

.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan raportek di derbarê binpêkirinên Tirkiyê di Sûriyê de kiriye belav kir û da zanîn, di 6 mehên 2021ê de, 25 welatiyên sivîl yên Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin.

Rewangehê diyar kiriye, xwîna Sûriyan bi berdewamî li ser destê leşkerên Tirkiyê tê rijandin û ji destpêka îsal ve 25 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, 16 sivîl bi guleyên pasewanên sînor li parêzgehên Idlib û Hesekê hatine kuştin, ji nava wan jinek û 4 zarok in.

Herwiha Rewangehê destnîşan kiriye, 8 welatiyên sivîl ku ji nava wan 2 jin û 5 zarok in, di encama topbarana hêzên Tirkiyê li ser gundewarê bakur û rojhilatê Heleb û li gundewarê bakurê Reqayê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan herî dawî eşkere kiriye, zirîpoşeke Tirkiyê li parêzgeha Idlibê pêle zarokekê kir û wê zarokê can da.

Kurdistan Haberleri

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir