Rêvebiriya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Îswîçreyê nûnertiyê vekir

.

Rêvebiriya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Îswîçreyê nûnertiyê vekir. Di merasima vekirina nûnertiyê de, ji hevserokên Rêvebiriya Xweser Bedran Çiya Kurd ragihand ku vekirina nûnertiyê gavekiye bo nasîna siyasî ya Herêma Otonom.

Bedran Çiya Kurd, di vekirina nûnertiyê de axifî û got ku vekirina nûnertiyê wê di têkiliyên navbera Herêma Otonom û Îswîçre de geşepêdanê çêbike û ev asta ku hatinê, bi xêra wan kesên ku di şerê li hemberê DEAŞ ê de bi hezaran canê xwe dane, hatine. Bedran Çiya Kurd li ser gelek mijaran axifî û weha got:

“Serkeftina ku di seha şer de hatiye bidestxistin bo bibin yên destkeftiyên siyasî, divê di her sehayê de xebat bênkirin. Di wayeta siyasî de serkeftin, divê li herêmê aşitiyeka bi îstîqrar ava bibe da çêbibe.”

Kurd got ku niha di bin kontrola Rêvebiriya Xweser de, di kampan de bi hezaran DEAŞ î hene û weha got:

“Ev mesele ne tenê mesela rêvebiriya Xwesere û raya giştî ya navdewletî eleqedar dike. Çareseriya wê bi xebata hevbeş çêdibe.”

Kurd, bang li dinyayê kir û xwest li Sûriyê aştî hebe û bo wê jî banga xebata hevpar ya navdewletî kir û bo çareseriya mijarê xwest siyaseten Rêvebiriya Xweser bê naskirin.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da