Rêvebiriya Girtîgeha Wanê destûr neda 'Vakayîname'ya Apê Mûsayî bikeve girtîgehê

Rêvebiriya Girtîgeha Bi Ewlekariyeke Bilind a Wanê, pirtûka Apê Mûsayî ya bi navê 'Vakayîname' bi hinceta ewlehiyê asteng kir.

Hate ragihandin ku Rêvebiriya Girtîgeha Wanê, Vakayînameya Mûsa Anterî ku ji Nedîm Turfentî re hatiye şandin, bi hinceta ku 'ewlehiya saziyê dê bixe metirsiyê' û 'gef li saxîtiya nedabeşbar a dewletê dixwe' asteng kiriye ku bikeve girtîgehê.

Rêvebiriya Girtîgehê bi vê hilkeftê dest daniye pirtûka Anterî ku serdêrê Nedîm Turfentî jê re anîbû.

Di biryara destdanînê ya pirtûka Vakayîname ya Apê Musayî de hatiye gotin ku ev pirtûk rêkûpêkî û ewlehiya saziyê dê bixe metirsiyê û herwiha pirtûk dijraberî li peryala unîter a Komara Tirkiyê dike û gef li pergala hêyî dixwe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin