Rêvebirên derveyî welat ên PSK û PAKê li Almanya civiyan

Desteya Rêvebiriya Derveyî welat a PSK û rêvebirên Meclîsa Piştgirên PAKê li Ewrûpa li Almanyayê civiyan.

Rêvebirên PAK û PSKê li derveyê welat duh li Almanya civînek hevbeş li dar xistin. Mijara sereke ya civînê doza girtina her du partiyan û bûyerên dawîn ku li welat rûdane, bûn.

Her wekî tê zanîn serdozgerê Dewlata Tirkîye ji ber navê herdu partîyan û bernama wan, doza girtinê vekiribû. Ji her du partiyan daxwaz hatibû kirin ku navên xwe, destûrên xwe û bernameyên xwe biguherînin. Tiştê balkêş ev doz ji partiyên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de heye, hatiye vekirin.

Di civînê de bêdengîya rewşenbîr, kesayetên Kurdistanî jî hat nirxandin û ji bo yekrêzî û pêk ve xebatê nexşeya rê hat tespîtkirin.

Rêvebirên her du partiyan destnîşankirin ku parastina navê Kurdistanê di serî de erka me ye lê di heman wextê de vatinîya hemû welatperwerên kurda ye jî.

Di civînê de biryara qayumê jî hate nirxandin. Dewleta Tirkiyeyê bi vê bûyerê rê li ber têkoşina sivîl, demokratîk digre. Doza miletê Kurd dozekî rewa ye, emê di têkoşîna legal, demokratîk û meşrû de bi israr bin. Divê rayedarên Tirkyeyê rêzê ji tercîh û îrada xelkê Kurdistanê bigre.

 Di encama civînê de rêvebirên PAK û PSKê li hemberî doza girtina partîyên Kurdistanî di warê dîplomasî, û çalekîyên din biryarê girîng girtin û dan xuyakirin ku di vî warî de, di demekî nêzik de raya giştî ya derveyî welat agahdar bikin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir