Rêveberiyên herêmî têne lawazkirin

Hikûmeta Tirkiyê bi projeyasayeke nû niha xebatekê dike, da ku desthilatên şaredariyan kêmtir bike û herwisa kontrola ji navendî ya li ser desthilata şaredariyan zêdetir bike.

Eger projeyasa kêmkirina desthilatên şaredariyan li Tirkiyê were pesendkirin, dê erkên şaredariyên ku ji 2015an vir de bi dehan caran destkarî li ser hatiye kirin, nemîne.

 

Li aliyekî din Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, ku piştî hilbijartinan encam çi dibe bila bibe, ew şaredarariyên ku deryasayî tevbigerin, ew amade ne ku qeyûman ji wan şaredariyan re dîsa tayîn bikin.

 

Li Tirkiyeyê roja hilbijartinên şaredariyan nêzîk dibe, hûrgiliyên hizr û hesabên hukumetê jî ji bo hilbijartinên herêmî dertêne pêş.

 

Hikûmeta Tirkiyê piştî qahîmkirina kontrola xwe ya li ser şaredariyan, niha jî li ser formulasyona zêdetir navendîkirina rêvebiriyên herêmî gavan davêje.

 

Eger ku projeyasayên hukumetê bi dawî were, babetên avadankirinê, pesendkirina projeyên xizmetguzariyê û herwisa pesendkirina pişka bûdceya bajar û bajarokan dê bi temamî ji Enqereyê were kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin