Rêveberiya Xweser: Tirkiyê ava Firatê didize

.

 Rêveberiya Bendavên Çemê Firatê li Rojavayê Kurdistanê bang li li Amerîka û civaka navdewletî kir ku zextê li ser hikûmeta Tirkiyê çêbikin ji bo pabendî Yasayên Navdewletî bibe û got ku ew ava Çemê Firatê didize.

Rêveberiya Bendavên Çemê Firatê ragihand ku li bajarê Cerablusê dema av derbasî nava axa Sûriyê dibe hêza avê 200 metre sêgoşe ye di saniyekê de, ku li gor rêkeftina di navbera Sûriyê  û Tirkiyê de divê 500 metre sêgoşe be, vê yekê bandor li ser Bendava Tişrên kiriye û ava wê 3 metran daketiye û êdî ji kar ketiye.

Sala 1987an Hikûmeta Sûriyê li gel Tirkiyê rêkeftinek îmze kir ku divê di saniyekê de 500 Metre sêgoşe av derbasî nava Sûriyê bibe, piştê 2 salan ji wê rêkeftinê, Sûriyê ligel Iraqê rêkeftinek îmze kir ku %50 ji ava Firatê bide Iraqê. 

Kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, bûye sedema karesata peydakirina ava vexwarinê Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha ji ber kêmkirina avê saetên dayîna elektirîkî kêm dibe û ew jî dibe sedem ku zeviyên çandiniyên yên li ser qeraxa çem, neyên avdan.

Dewleta Tirk ava çemê Firatê wek kaxezeke zextê li dijî Rojavayê Kurdistanê bi kar tîne û di demeke berê de Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor ên li Sûriyê kiribû ku kiryarên dewleta Tirkiyê pêk tîne, bisekinînin.

Bendava Tişrînê yek ji girîngtirîn bendavên Rojavayê Kurdistanê ye û ji 6 tûrbînan pêk tê ku dikare 630 megawat, elikitrîkê berhem bide.

Piştî ku herdû bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayayê Kurdistanê û wêstegeha Elok di encama êrişa Tirkiyê de ji kontrola hêzên Rêveberiya Xweser derketin, bi berdewamî ji aliyê komên çekdar ve li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê tê qutkirin, bi vî awayî jiyana zêdetir ji yek milyon kes ji nişteciyên wê navçeyê di metirsiyê de ye.
 

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin