Rêveberiya Xweser îro ofîsa nûnertiya xwe li Swîsreyê vedike

.

Rêveberiya Xweser ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê,  ji bo karê dîplomasî û nasandina Rêveberiya Xweser bike, îro ofîsa nûnertiya xwe li welatê Swîsre, li bajarê Cinêvê vedike.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Swîsreyê Hikmet Îbrahîm, do Yekşemê daye zanîn: “Cîgrê Hevserokayetiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, Bedran Çiya Kurd, dê sibe di merasimekê de ofîsa rêveberiyê veke û gotarekê pêşkêş bike.”

Li gor gotina Hikmet Îbrahîm, ofîsa nûnertiya Rêveberiya Xweser li bajarê Cenêvê tê vekirin.

Piştî merasîma vekirina ofîsê, dê civîneke rojnamevanî bê lidarxistin û bersiva pirsên medyakaran bê dayin.

Pêştir Daîreya Pêwendiyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser, roja 26ê Tîrmeha îsal ji bo vekirina nûnertiya xwe li Swîsreyê destnîşan kiribû.

Beriya niha Hikmet Îbrahîm gotibû, ku ew demeke ofîsa wan ji bo vekirinê amade bûye, lê ji ber rêkarên taybet bi Covid-19, vekirina wê hatibû paşxistin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye