Rêveberîya Xweser: ENKS dikare nivîsgehên xwe veke û karê sîyasî bike

Desteya Hundirîn a Rêveberîya Xweser radigihîne, li ser destpêşxerîya HSDê û ji bo yekrêzîya helwesta sîyasî ya kurdî li Sûrîyê, ti astengî li pêş ENKSê nîne nivîsgehên veke û karê sîyasî bike.

Navenda Nûçeyan- Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di daxuyanîyekê de ragihand, li ser destpêşxerîya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ragihandîye û ji bo yekgirtina helwesta kurdî li Sûrîyê, ti astengî li pêş Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) nîne nivîsgehên xwe ve û karê xwe ya sîyasî, civakî û ragihandinê bike û pêwîst nake rêdanên ewlehîyê yên pêşwext werbigire.

Herwiha da zanîn jî, ev gavên hatine avêtin, ji bo wê yekê ne, ta bawerî di navbera hemû rêxistinên sîyasî û îdarî bê avakirin.

Herwiha Desteya Hundirîn a Rêveberîya Xweser hemû gilîyên li pêş dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne hatine vekirin pûç kirine û ragihand, ew dikarin vegerin, bêyî ku ti astengîyek hebe.

Derbarê dosya girtîyên sîyasî û kesên hatine windakirin, Desteya Hundirîn a Rêveberîya Xweser ragihand, ENKS lîsteyek bi 10 navan roja 15ê vê mehê radestî HSDê kir, Desteya Hundirîn a Rêveberîya Xweser jî di vê derbarê de komîtek bo şopandin û lêkolînê pêk anîye û dê hemû encaman bi ENKSê re parve bikin.

Ev daxuyanîya Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di demekê ye, duhî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû, xebatên wan ên avakirina yekrêzîya kurdî li Rojavayê Kurdistanê di atmosfereke erênî de didomin. Di rojên pêş de, gavên avakirina bawerîyê dê bên avêtin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da