Rêveberiya Xweser deriyê Sêmalka girt

.

Desthilata Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di biryareke nû de, deriyê sînorî Sêmalka yê bi Herêma Kurdistanê re girt.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ragihand, “EM ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî û rêxistinê mirovî agahdar dikin ku ji ber hin hokarên teknîkî, deriyê Sêmalka ji aliyê me ve tê girtin.”

Di daxuyaniyê de hat jî: “Biryara girtina deriyê Sêmalka, ti bandorê li ser çûnûhatina kadroyên rêxistinên mirovî û kelûpelên ser bi wan ve nake.”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de dem û heyama girtina deriyê Sêmalka diyar nekiriye û tenê gotiye ji ber “hokarên teknîkî” derî tê girtin.

Deriyê Sêmalka di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye û riyeke sereke û girîng ê aborî û çûnûhatina xelkê û rêxistinên mirovî û yên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve.

Ligel wê jî, rojane bi dehan welatiyên nexweş ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî berê xwe didin Herêma Kurdistanê. Herwiha Herêma Kurdistanê jî pêwîstiyên sereke yên jiyana rojane yên xelkê vediguhêze Rojavayê Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin