Rêveberiya Xweser daxwazê ji cîhanê dike mafê Kurdan neyê înkar kirin

Rêveberîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku nebûna wan di Komîteya Nivîsîna Destûra Sûrîyê de înkarkirina mafê zêdetirî 5 milyon welatîyên Sûrîyê ye.

Navenda Nûçeyan- Rêveberîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku nebûna wan di Komîteya Nivîsîna Destûra Sûrîyê de înkarkirina mafê zêdetirî 5 milyon welatîyên Sûrîyê ye.

Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê doh Duşemê (28.10.2019) daxuyanîyek belav kir û têde dibêje paşguhxistina wan xizmeta çareserîya demokratîk a Sûrîyê nake, ew ji cîhanê dixwazin li hember înkarkirina mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyan helwest hebe.

Rêveberîya Xweser ragihandîye, ew pabendî Sûrîyeke yekgirtî, demokratîk û piralî ne.

Di daxuyanîya Rêveberîya Xweser de hate gotin, ku “êrîşa Tirkîyê komkujkirina gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûrîyê ye.”

Biryare roja Çarşemê 30ê Cotmehê li Cinêvê, yekem civîna Komîteya Nivîsîna Destûra Nû ya Sûrîyê, bi beşdariya 150 endamên wê komîteyê bo heyama du rojan bê sazkirin.

Şandîyê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên Sûrîyê, Geir Pedersen, beşdar wî civînê dibe û gotara destpêkê pêşkêş dike.

Şandîyê taybet yê Netewên Yekbûyî bo karûbarên Sûrîyê ragihand ku hemû alî destpêkirina karê Komîteya Destûrê pesend dikin.

Karê wê komîteyê jî li ser bingeha biryara Encûmena Asayişê ye, ji bo piştgirîya proseya sîyasî û destûrê, bi mebesta vekirina deriyê proseya sîyasî li Sûrîyê.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir