Rêveberîya Xweser biryarên nû derdike

Rêveberîya Xweser ji ber pabendbûna bi rêkarên tenduristîyê û parastina berjewendîyên giştî, spasîya xelkê kir hejmarek biryarên nû derkirin.

Navenda Nûçeyan - Rêveberîya Xweser di daxuyanîyek de spasîya gelê Rojavayê Kurdistanê kir û ku pabendî rêkarên xweparastina ji vîrusa Korona û qedexeya çûnûhatinê dibin. Rêveberîya Xweser bang li gel kir, di vê mercên dijwar ên tê re derbas dibin, mercên mirovî li ber çavan werin girtin û kirê xanîyan werin efûkirin û dukandar û bazirgan jî keysebazîyê nekin, bihayê madeyên xwarinê bilind nekin û li gorî van biryaran tev bigerin:

- Li gorî lîsteyên Gerînendeya Temwînê bikirin û bifroşin. Her kesê vê biryarê pêk neîne wê rastî rêkarên yasayî werin.

- Hêvî dikin kesek ji malê dernekeve, heger ne ji bo karekî pêwîst be. Herwiha serdan neyin kirin, bi taybet ên malbatî.

- Cenazeyên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tên herêmê, bi şerta ku ji şênîyên herêmê be û  piştî ku di rêkarên tenduristîyê re werin derbaskirin, tên pêşwazîkirin.

- Rêveberîya Xweser bi rêya sazîyên têkildar kerentîna di malê de li ser her kesekî ku ji derve derbasî herêmên Rêveberîya Xweser dibe, heya 14 rojan ferz dike.

- Nivîsgehên pevguhestina pereyan dikarin ji hefteyê tenê roja Înê bêne vekirin.

Rêveberîya Xweser daxwaza hevkarîyê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona ji welatîyan dike, ji ber ku parastina selametîya giştî ji erkê her kesî ye.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da