Rêveberîya Xweser: Bêdengîya civaka navdewletî rewatî daye Tirkîyê

Miwehed ragihand ku bêdengîya Rûsya û Amerîkayê û serdana Sekretêrê Giştî yê Netewyên Yekbûyî rewatî daye Tirkîyê, ku niha li navçeyên Rêveberîya Xweser guhertina demografî encam dide.

Navenda Nûçeyan- Serokê Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Rêvberîya Xweser Ebdulqadir Ebdulqadir Miwehid daxwaz ji hêz û civaka nadewletî kir, ku hewlestekê di derbarê kiryarên Tirkîyê de nîşan bide.

Serokê Ofîsa Karûbarên Mirovî dibêje, “Bêdengî ku Rûsya û Amerîka helwestê nîşan nedane û serdana Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Guterrez , rewatîyê dide dewleta Tirkîyê, wêrekîya zêdetir dide faşîstê serdemê Erdogan.”

Ew berpirsê Rêveberîya Xweser bibîr dixe, “Ezmûna Dewleta Tirkîyê li Efrînê li berçavan e, ku bi sedan hezar Kurd hatin koçberkirin û malbatên DAIŞ û Nûsra yên ser bi artêşa Niştîmanî ya Sûrîyê ya çete li malên wan hatin bicîkirin.”

Herwiha Ebdulqadir Miwehid dibêje, bi dehan jin û zarokên Efrînê hatin revandn û bi rêyên pir kirêt, dest bi talan û dizîyê hate kirin dîyar dike, “Lê heta niha Netewên yekbûyî û Hêzên navdewletî derbarê guhertina demografî û komkûjîyên pêk tê, bê deng in.”

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin