Rêveberiya Xweser 35 zarokên DAIŞê radestî Rûsyayê kirin

.

Rêveberiya Xweser îro 35 zarokên çekdarên DAIŞê radestî hikumeta Rûsyayê kirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, îro şandeyeke Rûsyayê bi serokatiya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova serdana bajarê Qamişloyê kir bi berpirên Rêveberiya Xweser re civiya.

Diyar kir jî, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer di 35 zarokên çekdarên DAIŞê radestî şandeya Rûsî kir.

Piştre jî di konferanseke rojnamevanî de her du aliyan tekez kir ku radestkirina zarokan ji ber mercên mirovî pêk hatiye.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Pêştir jî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bang li welatên cîhanê kiribû ku welatiyên xwe vegerînin welatê xwe û alîkariya mirovî zêdetir pêşkêşî kampa Holê bikin, da ku rewş û aramiya kampê baştir bibe.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin