Rêveberiya Rojava rê neda şandeke siyasî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe

.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka rê neda şandeke Bereya Aştî û Azadiyê ku ji ENKSê û hejmarek aliyên Erebî û Krîstiyan ên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Endamê Encûmena Seroktiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso, ku yek ji pêkhateyên Bereya Aştî û Azadiyê ye, îro Sêşemê 6ê Tîrmehê ji Rûdawê re ragihand, roja Duşemê dema şandeke Bereya Aştî û Azadiyê dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, rayedarên Deriyê Sînorî yê Sêmalka rê nedan şandê ku derbas bibe.

Silêman Oso diyar kir ku şandeya Eniyê ji hersê pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb û Aşûrî pêk dihat û ji bo hin karên taybet bi Eniyê dixwest di rêya Deriyê Sêmalka re derbasî li Başûrê Kurdistanê bibe.

Endamê Seroktiya ENKSê herweha diyar kir, ku “şand heta paş nîvro li ser sînor hat rawestandin û tevî pêwendiyên ku li ser asta bilind hatin kirin, lê rê ji bo şandê nehat dayin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.”

Bereya Aştî û Azadiyê ji Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk, Meclisa Sûriya Paşerojê (Teyar El Xed) û Encûmena Erebî li Cizîre-Firatê pêk tê û roja 28ê Tîrmeha 2020an li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê hat avakirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn