Rêveberiya Rojava li herêma Cizîrê qedexeya giştî ragihand

.

Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ya giştî ji bo hefteyekê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Şaneya Kirîzê li herêma Cizîrê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber zêdebûna belavbûna vîrûsa Koronayê û hejmara pêketî û mirinan û ji bo parastina selametiya giştî, qedexeya çûnûnhatinê ya giştî ji bo 7 rojan tê ragihandin.

Li gor biryarê, qedexeya giştî ji bo 7 rojan li Herêma Cizîrê dibe û ji sibeya roja Şemiyê 25 Îlonê û heta roja Înê 1 Cotmehê didome.

Li gor biryara qedexeyê:

- Tevahiya cihên giştî, bazar, dikanên pîşesaziyê, perestgeh, dibistan, zanîngeh û peymangeh, dayingeh, xwaringeh, kafêtêrya, norîngehên bijîşkî û çalakiyên werzişê tên rawestandin.

- Çûnûhatina di navbera gund û bajaran de tê qedexekirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye