Rêveberiya Rojava ji bo Efrînê û deverên dagirkirî bang li NY û aliyên Sûriyê kir

.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, îro 18ê Adarê di salvegera sêyem a dagirkirina Efrînê de bang li Neteweyên Yekbûyî, civaka navdewletî û aliyên Sûriyê kir, hêzên xwe bikin yek û hemû dagirkeran ji Efrîn û Sûriyê derxin.

Rêveberiya Xweser îro pêncşemê li ser malpera xwe ya Facebookê ragihand: “Em ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku lijneyeke navdewletî ya lêkolînê ya serbixwe pêk bîne ji bo lêkolîna wan tawanên Tirkiyê û komên kirêgirtî yên li herêma Efrînê encam dane, herwiha ji bo eşkerekirina çarenûsa zêdetirî 7 hezar sivîlên ku bi darê zorê hatine bêserûşûnkirin û ji bo veherandina xelkê resen ê wê herêmê xebat were kirin û werin qerebûkirin û hemû hawirdekirî werin derxistin û diyardeyên dagirkeriyê werin jiholêrakirin.” 

Rêveberiya Xweser diyar kir: “Em ji hemû aliyên Sûriyê daxwaz dikin ku hêzên xwe bikin yek, ji bo derxistina hemû dagirkeran û berî hemûyan jî Tirkiye, ku hewlên çareserkirina krîza Sûriyê têk bir û êşa xelkê Sûriyê ji bo wan bike kirêgirtî û serbazê berdest, weke derfet bi kar anî, ji bo berjewendiyên berfirehxwaziya li herêmê.”
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin