'Rêveberiya Rojava dikare DAIŞiyên ji Fransayê bidarizîne'

Berdevkê hikûmeta Fransayê Benjamen Grivo ragihand ku mafê Rêveberiya Rojava-Bakurê Sûriyeyê heye welatiyên Fransa yên beşdarî nav komên tundrew bûne, bidarizîne û herwiha cezayên herî giran li wan bibire.

Berdevkê hikûmeta Fransayê Benjamen Grivo diyar kir ku mafê rêveberiya Rojava-Bakurê Sûriyeyê heye, ku welatiyên fransî yên beşdarî DAIŞê û komên din ên tundrew bûne û li Sûriyeyê şer kirine li cem xwe wan bidarizîne.

Berdevkê hikûmeta fransî dest nîşan kir ku dadgehên Rêveberiya Xweser a Rojava-Bakurê Sûriyeyê piştî ku mafên welatiyên Fransayê li ber çavan bigirin, dikarin cezayên herî giran li wan kesan bibire.

Hêjayî gotinê ye ku di nava hefiteyekê de hêzên ewlekariya Rojava 11 çekdarên DAIŞê yên ji Fransayê girtin û derbarê wan de dest bi lêkolînan kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin