Rêveberiya nû ya Amerîka: HSD wek hevbeşeke me ya bihêz dimîne

.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew dê piştgiriya xwe ya bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ‘di şerê li dijî DAIŞê de pişka şêr bûn’ berdewam bikin.

Berdevkekî li ser navê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya emaîlê, derbarê siyaseta rêveberiya Joe Biden de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê-Sûriye û Iraqê bersiva pirsên Rûdawê da û got: “Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) ewên di şerê li dijî terorê de pişka şêr li ber wan ket, dê weke hevbeşeke me ya serbazî ya bihêz bimîne.”

Berdevkê li ser navê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “HSD bêyî Amerîkayê nikare berdewam be li ser jinavbirina terorîstan, yan pasevaniya li dehan hezar çekdarên desteserkirî yên DAIŞê û malbatên wan ku hêj di jêr destê wan de mane.”

Berdevkê Amerîkî di bersiva xwe de wiha gotiye: “Amerîka ji nêzîk ve hevahengiyê li gel hevbeşên xwe yên weke HSD û civaka mirovî, komên civaka sivîl li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dike.

Îdareya nû ya Amerîkayê tekez dike, ew piştgiriyên wan ji bo parastina ewlehiya Bakurê Rojhilatê Sûriyê pêwîst in û dibêje, em dixwazin gelê Sûriyê bibe xwediyê pêşerojeke baştir.

Derbarê Iraqê de jî, berdevkê li ser navê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand: “Em piştevaniyê li iraqeke aram, birefah, demokart û yekgirtî dikin”, û ew yek jî anî bîra berpirsên Iraqî ku “rêkeftina stratîjîk wek bingeha peywendiyên me yên du alî dimîne.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, heman berdevkê daye xuyakirin, ku Amerîka dibe hevbeşekî bawerpêkirî bo Iraqê û tekez dike: “ew yek dibe piştevaniyek bo şerê li dijî gendeliyê, herwiha hewlên ji bo çaksaziyê.”

Li ser alîkariyên Amerîkayê bo Iraqê jî heman berdevkî diyar kir: “Ev yek jî alîkariya Iraqê dike ku peywendiyên xwe li navçeyê pêş bixe, dibe sedema peydakirina alîkariyên mirovî û jinavbirina mîn û teqemeniyan, dibe piştevan ji bo rêzgirtin li mafên mirovî yên hemû welatiyên Iraqê, û dê alîkarîya Iraqê bike di rûbirûbûna tawan û tawankariyê û kontrolkirina piştevaniye grûpên çekdar ên neyasayî.”
 

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû