Rêveberê DEDAŞê yê Mêrdînê hatin girtin

Di operasyona gendelîyê de Rêveberê DEDAŞê yê Mêrdînê û 5 kesên din hatin girtin

Di lêpirsîna gendelîyê de ya ku li Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû destpêkirin, Rêveberê DEDAŞê yê Mêrdînê Mehmet Bulut û 5 kesên din hatin girtin û bo girtîgehê hatin şandin.

Jiber gendelîya heyamên herdu qeyûmên şaredarîya Mêrdînê îro hîn kesên din hatin binçav kirin.

Yek ji van kesan Rêveberê şîrketa ceryanê a taybet DEDAŞê  Mehmet Bulut e. Ji xeynî Bulut, kesên wek Bulent Erdolu, Sînan Yildirim, Şeyhmus Demir, Mehmet Dervîş Duzgoren û Ahmet Acay jî hatine girtin.

Tê gotin kesên hatine girtin şandina girtigegê.

Di derbarê mijarê de DEDAŞê jî daxuyanîyek belav kir û got “Îro ew nûçeyên ku belav bûne,  Rêveberê me yê bajarê Mêrdînê Mehmet Bulut ji alîyê Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê bi sedema gendelîya heyama borî ya qeyûmê Mêrdînê hatîye girtin. Ti eleqeya me bi van tune ye. Em ê pêvajoya huquqî bişopînin.”

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe