Reuters: Xwepêşander çûne nav baregeha Kerbelayê

Ajansa Reutersê ragehand ku, xwepêşanderan karîn biçin nava baregeha Pêrêzgeha Kerbela, pasewanên Esaib Ehlulheq li Kerbela gule berdana wan.

Li gor zanyariyên Reutersê pasewanên Esaib Ehlulheq bi serokatiya Qeys El-Xezelî teqe li xwepêşanderan kirin, di encam de kuştî û birîndar di nav xwepêşanderan de ketin.

Da zanîn ku, piştî demekê ji rêgirtin û asteng kirinê xwepêşanderan karîn biçin nava baregeha Pêrêzgeha Kerbela.

Doh xwepêşanderên başûrê Iraqê li parêzgehên Necef, Babil, Mîsan, Nasiriye û Besrayê xwepêşandanên xwe berdewam kirin û êrîş li ser binkeyên çend partî û aliyekê hatin kirin.

Serokwezîrê Iraqê hêzên welat hemû xist rewşa amadebaşiyê bo li hember xwepêşanderan bikevin tevgerê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin