Reuters: Di êrîşa İsraîlê de 15 kes hatin kuştin

Hat ragihandin ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya li hemberî Sûriyeyê de 8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre Rewangeha Mafê Mirov a Sûriye li Londrayê di êrişa Îsraîl a li hemberî tesîsên leşkerî ya başûrê Şamê de 8 jê leşkerên îranî 15 kesan canê xwe ji dest da.

Şevê din piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji vekişandina peymana nûkleerî, Îsraîlê li Sûriyeyê êrişî hinek tesîsên leşkerî kiribû.

Herwiha ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê du moşekên Îsralê ku başûrê Şamê kirine armanc îmha kirin.

 

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin