Reuters: AstraZeneca Jinûve Dest bi Ceribandinên Ser Perpûna Vîrusa Korona Dike

Reuters: AstraZeneca Jinûve Dest bi Ceribandinên Ser Perpûna Vîrusa Korona Dike

 

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku AstraZeneca dê vê hefteyê jinûve dest bi ceribandinên ser perpûna vîrusa korona bike.

Reutersê ji zarê karbidestên ku naxwazin navên wan eşkere bibe dîyar kir ku Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) dê di demeke kin de destûra ceribandina testan bide AstraZeneca.

FDA ser wan nûçeyan hîn ti daxuyanî belav nekiriye.

AstraZeneca, ku bi Zanîngeha Oxfordê re hevkarîyê dike, di ceribandinên ser perpûna vîrusa korona de dabû zanîn ku li ser beşdarekî nexweşîyên din hatine tespît kirin û xebatên xwe rawestandibûn.

Wê kompanîya Amerîkî dîyar kiribû ku ger ew di demeke kin de dest bi cerbiandinên perpûna vîrusa korona nekin jî ew dikarin heta dawîya salê hîn bibin ka perpûn berevanîyê çêdike yan ne.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye