Rêûresmek din a 104 qurbaniyên Êzîdî li gundê Koço birêve diçe

.

Rêûresmek din îro li gundê Koço yê Şengalê, ji qurbaniyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine şehîdkirin 104 Kurdên Êzîdî têne bixaksipartin,.

Li gor zanyariyan, piştî hewldaneke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, nasnameyên 104 kesên qurbaniyên Êzîdî, hatin eşkerekirin, ku bi destê DAIŞê hatibûn şehîdkirin.

Îro rêûresmeke taybet ji bo vegerandina rûfatên wan û car din veşartina wan li gundê Koço yê li sînorê Şengalê dê birêve biçe.

Herwiha şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û Kerîm Ehmed Xan, Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê û nûnerên şandên dîplomatîk, dê di rêûresmê de amade bin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye