"Remezan bibe wesîleya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê"

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir

.Barzanî di peyama xwe de bi ayeta ku têde dibêje Qur’an di meha Remezanê de hatiye û ev Qur’an rêya rast nîşanî mirovan dide, dest bi pîrozbahiyê kiriye.

Herwiha di peyamê de hatiye diyarkirin: “Bi boneya hatina meha Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe ji hemû misilmanên cîhanê re bi taybetî jî ji misilmanên Kurdistan û Iraqê re pêşkêş dikim.”

Weke din Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêviyên xwe anîne ziman û dibêje: “Hêvîdar im, hatina meha bereket û rehmetê ya Remezanê bibe wesîleya xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê û hemû mirovahiyê. Herwiha bibe wesîleya bidawîbûna teror , tundrewî û naxweşiyê û belavbûna aştî, pêkvejiyan û bexteweriyê bo hemû mirovahiyê.” 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin