Rêkeftina HSD û Şamê û xalên wê yên erênî û neyînî

.

 Fokusa hefteyê yê bernameya "Li Gel Renc" a pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê bûn.

Bername taybet bû bi rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya derbarê agirbest û çend biryarên din de.

Dadwer Rizgar Mihemed Emîn, Dr. Serbest Nebî, Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî û Dr. Murşid Xeznewî bûn mêhvanên Renc.

“Bila Kurd bistînin û daxwaz bikin”

Dadwer û yasanas Rizgar Mihemed Emîn wekî mêhvanê ewil li stûdyoya Rûdawê peyivî û got:

“Rêya rast têkoşîna medenî ye, rêya şer û xwînrijandinê ti carî pirsgirêk çareser nekirine.

Ev biryarname, wê yekê tîne bîra min ku wextê xwe Nûrî Seîdê ku bi Îngilîzan re hikumdarî dikir, xwedî prensîbekê bû; digot: ‘Bistîne û daxwaz bike.’ Bila Kurd jî bistînin û li ser daxwazkirinê berdewam bin.”

Hakim Rizgar got, “Ev têkoşîna Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Avahiya wan a fermî ji sifirê dest pê kir.

Ji kû derê hatine kû derê? Divê em destê wan bigirin û pêşvaziya her gaveke baş a hikûmeta Sûriyeyê bikin.”

“Ji 1946an û vir ve cara ewil e erokkomarekî Sûriyeyê bi vî rengî Kurdan nas dike”

Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî mêhvanekî din ê bernameyê bû.

Ew li ser biryarnameya serokê demkî yê Sûriyeyê wiha peyivî, “Ji piştî sala 1946an û heta niha, ev cara ewil e ku serokkomarekî Sûriyeyê bi vî rengî rasterast nasnameya Kurd nas dike.

Bi rastî ez vê yekê bi kêm nabînim.”

Ziryan Rojhelatî got,“Şert nîne ku hemû heq werin bicihkirin.

Dibe ku sibe ev biryarname were guhertin yan jî tiştekî ji bo Kurdan nekin lê dikare ev bibe zemînek ji bo destkeftiyên Kurdan.

Paşê, hêza te ya li ser erdê dikare hukim bide ka mafên te çi ne û çi qas in.”

Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê diyar got, “Li beramberî mafên Kurdan, ez vê biryarnameyê kêm dibînim lê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê di vê demê de girîng e.”

“Ev biryarname di mafên Kurdan de sextekarî ye”

Pisporê kar û barên Sûriyeyê Dr. Serbest Nebî piçekî bi reşbînî behsa naveroka biryarnameya serokkomarê demkî yê Sûriyeyê kir.

Nebî berî axaftina xwe behsa Rûdawê kir û got, “Ez kesê ewil bûm ku min li ser Diyar Kurde [Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê] nivîsî û spasiya wî kir. Tiştê ku Diyar Kurde li gel Kongreyê kir û endamên Kongreyê neçar kirin ku biaxivin, karekî pîroz û çêtir bû ji wê ofîsa burokratîk a tembel (ez berpirsê ramanên xwe me).

Ofîsa Washingtonê erkê xwe bi başî bi cih neanî, ez nizanim çi kirin, niha jî bêdeng in.”

Akademîsyen Nebî paşê hat ser mijara biryarnameya komarî û got,“Ez wê biryarnameyê wekî tiştekî guncav nabînim û pê geşbîn nînim. Ev di mafê neteweyî yê Kurd de sextekarî ye.

 Di destûrê de du şêweyên naskirina zimên hene; zimanê niştimanî yan zimanê fermî.”

“Zimanê niştimanî ti wateya wê nîne û nabe zimanê fermî”

Dr. Serbest Nebî behsa zimanê Kurdî kir û wiha domand:

 “Berê dema zimanê Kurdî qedexe bû, di destûra Sûriyeyê de tenê zimanê Erebî zimanê fermî bû.

Ti zimanekî din tune bû lê rênimayên veşartî hebûn ku kî bi Kurdî binivîse yan helbestek bi zimanê Kurdî di berîka wî de were dîtin, dihat cezakirin.

Di serdema Beasê de te nedikarî tiştekî bi zimanê Kurdî çap bikî. Tiştê niha heye, li gorî wê demê bipêşketinek e; niha tu dikarî pirtûkek bi Kurdî çap bikî lê ev naskirin bi armanca nenasînê ye.

Nasîna Kurdan wekî netewe û mafên neteweyî yên Kurd nîne. Nexwe çima zimanê Kurdî nabe zimanekî fermî li Sûriyeyê?

Wekî ku di destûra Îraqê de zimanê Kurdî fermî ye.

Ango heke her biryarek bi her du zimanan dernekeve, li ser Kurdan nayê bicihkirin. Divê bi Kurdî û Erebî derkeve, wê demê kar pê tê kirin.

Zimanê niştimanî ti wateya wî nîne çimkî wekî zimanê neteweyî nayê hesibandin.

Wekî zimanê komeke rewşenbîran tê hesibandin ne yê neteweyî.

Ango wekî Eskîmoyên Amerîkayê ku hîn negihîştine asta neteweyî, wekî Îndiyanên Sor yan Amazîxên li Mexribê.”

“Xeletiya mezin” a rêkeftina 10ê Adarê

Dr. Serbest Nebî di berdewamiyê jî de got, “Niha tiştek di destûrê de heye ku dibêje: ‘Yekbûn di asta hemwelatîbûnê û di asta serweriyê de.’ Tê de te wekî netewe qebûl nakin.

Di rêkeftina 10ê Adarê de xeletiya mezin ev bû. Çimkî di wê rêkeftinê de Kurd wekî ‘komeleke resen’ pênase kirin ne wekî neteweyî.”

Dr. Serbest wiha li pey çû: “Li vir Kurd nabin komreyeke siyasî lê dibin komreyeke rewşenbîrî.

Heke tu komreyeke siyasî bî, divê pasaport bi her du zimanan be; ala, sirûda niştimanî, nûnerên hikûmetê û ev hemû hîle û xaflandin bûn.”

“Biryarnameya Şer ne li dijî rêkeftina 10ê Adarê ye”

Dr. Serbestê ku pisporê kar û barên Sûriyeyê ye, behsa biryarnameya Serokê demkî yê Sûriyeyê kir û got:

“Ev biryarnameya ku niha Ehmed Şer derxistiye, ne li dijî rêkeftina 10ê Adarê ye çimkî tê de Kurd wekî ‘gel’ pênase nehatine kirin.

Loma ez her ji destpêkê ve li dijî wê rêkeftinê bûm.

Di xalekê de dibêje: ‘Ew di bingeh de Kurd in.’ Em di bingeh de Kurd nînin, em Kurd in û temam.

Loma ev cure biryar hewceyî rêkeftineke civakî ne ne ku biryarname çimkî biryarname bi biryarnameyê diçe.

Ev jî ne di desthilata Serokê demkî yê Sûriyeyê de ye.”

“Ev biryarname were bicihkirin jî tiştek ji bo Kurdan pêk nayê”

Dr. Serbest di berdewamiyê jî de got, “Di destûrên berê yên Sûriyeyê de zêdetirî 60 caran peyva ‘Erebî û Erûbe’ (Erebtî) hatiye. Di her hevokekê de Erebî û Erûbe heye. Niha ev biryarname were bicihkirin jî tiştek ji bo Kurdan nabe.”

“Zimanê niştimanî, ango tu nikarî di dadgehê de bi zimanê xwe parastinê bikî”

Akademîsyen Serbet behsa aliyekî veşartî yê nav biryarnameyê dike ku nasnameya hemû Sûriyeyê wekî yek dîn û netewe got, “Mebesta wê ev e. Heta di biryarnameyê de dibêje: ‘Hemwelatiyên Kurd ên di dewleta Sûriyeya Erebî de.

Di zimanê niştimanî de, tu nikarî di dadgehê de bi zimanê xwe biaxivî.

Ti biryar û rênima bi zimanê te dernakevin. Nabê dewlet tiştekî ji bo perwerde û fêrkirina bi zimanê te xerc bike.”

Biryarnameya Ehmed Şer

Ehmed Şer, 16ê Kanûna Paşîn a 2026an fermanek derxist û tê de dan bi wê de anî ku Kurd “parçeyeke bingehîn û resen a gelê Sûriyeyê ne.”

Her wiha zimanê Kurdî wekî “zimanekî niştimanî” nasand û roja Newrozê jî li seranserê welat kir bêhnvedana fermî.

Di fermana bi hejmara 13an a sala 2026an de ya ku li ser bingeha “berjewendiya bilind a niştimanî” derketiye, serokê Sûriyeyê teqezî li ser wê kiriye ku nasnameya çandî û zimanî ya Kurdan “parçeyeke danebrau a nasnameya niştimanî ya pirreng û yekgirtî ya Sûriyeyê ye.”

Yek ji girîngtirîn xalên fermanê, betalkirina hemû encamên serjimêriya bi nîqaş a sala 1962yan a parêzgeha Hisîçayê ye ku ji ber wê bi sedhezaran Kurd bênasname mabûn.

Li gorî fermana nû, welatîbûna Sûriyeyê didin hemû wan Kurdên ku li Sûriyeyê dijîn, yên bênasname jî di nav de.

“Ev biryarname naskirin e û ne kêm e”

Hakim Rizgar Mihemed Emîn li ser biryarnameya serokê demkî yê Sûriyeyê got:

 “Nabe em li dijî bin. Rast e em hemû li benda wê ne ku dewleta me ya serbixwe hebe û ev xeyal û dîtina her Kurdekî ye lê heta ku tu di nav dewletan de bî, divê tu li hev bikî; lihevkirineke biaqil û medenî.”

Hakim Rizgar di berdewamiyê jî de got, “Heta niha hişmendiya dîktatoriyê serdest e û xelkê vê herêmê pê mezin bûye.

Girêka xwe-sepandin û nexwendinê di nav me de maye.

Loma ez bawer dikim divê pêşvaziya vê biryarnameyê were kirin. Ev biryarname berhem e û ev naskirin ne kêm e.

Eger em berawirdiyekê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bikin, eva niha beyannameya Ebdulrehman Bezaz tîne bîra min a 29ê Nîsana 1966an.

Dr. Ebdulrehman kesekî mafperwer bû, dizanibû maf çi ye û çawa rêz li mafê aliyê din û neteweyan were girtin.

Mafê hemwelatî di pêşîn de ye. Dema mafê te yê hemwelatîbûnê hate parastin, êdî tu bêkêşe yî û di emanetê de yî. Ew beyannameya 1966an bingehek bû ji bo Beyannameya Adara 1970yî îdareya otonomî jê derket.”

Baştirîn karê ku niha hatiye kirin, naskirina welatîbûna wan Kurdan bû ku ew maf nedabûn wan.

Her çend di serdema Beşar Esed de jî ew biryar hatibû dayîn lê nehate bicihkirin. Niha geşbîn im ku were bicihkirin.”

“Niha Ehmed Şer her tişt e”

Bi baweriya yasanas Hakim Rizgar Mihemed Emîn Kurd, niha Ehmed Şer li Sûriyeyê xwedî hemû desthilatan e û wiha domand:

“Ne tenê ji bo biryarnameyê, heta destûr bi xwe jî ew e. Desthilatên yasadanîn û cîbicîkar her li cem wî ne.

Vegerîna ji destûra welatekî sazmend, yasayî û xwedî serwerî tiştekî li bendê ye û rastî ye lê divê tu tiştê di rêkeftinê de wekî destkeft bibînî û jê kêm nekî.

Şer dikare vê rêkeftinê ji bo xwe bike dîrokek û bibe serokekî şerî. Dikare bibe sedemek ji bo rûxîna wî jî çimkî niha piraniya desthilatan li cem wî ne.”

Ji bo bidestxistina mafan, “tenê guftûgo ne bes e”

Dr. Murşid Xeznewî mêhvanekî din ê bernameyê bû.

Dr. Xeznewî bi şêweyekî din behsa rêkeftin û biryarnameya serokê demkî yê Sûriyeyê kir û got:

“Eger tenê dan û standin û guftûgo bes bûya, ev 70-80 sal in miletê me guftûgoyê dike û divabû em bigihîştana encamekê.

Şerê çekdarî, çêkirina çekan û têkoşîna niha ya keç û kurên me karekî pir mezin bû.

Di urfê Kurdewariyê û di perwerdeyê de, dema mirov bê pişt û star be û lawaz be, kes guh nade wî.

Ez her dem dibêjim, bi Kurdbûneke sade, eger zimanê min jî natemam be ji ber wê ye ku rewşenbîriya min Erebî ye.

Ji ber wê guftûgoya ku bêencam bû û ez neçar mam bi Erebî fêr bibim ne bi zimanê dayîka xwe.”

Mela Murşid Xeznewî mînakek da û got: “Dema dapîra min şîret li me dikirin, ji bo ku du bira pişta hev bigirin digot: ‘Du kes li ser cadê rê li kesekî girtin û lê didan. Wî jî hawar dikir: ‘Ay pişta min!’ Kesan jê re got: ‘Em li kû derê te dixin tu hawara pişta xwe dikî!’ Wî jî bersiv daye: ‘Eger pişta min heba we nedikarî bi vî rengî li min bidaya.’”

“Şerê çekdarî ji bo parastina mafan gelekî girîng e”

Murşid Xeznewî di berdewamiyê jî de got, “Ew xebata çekdarî ya miletê me tiştekî pir pîroz e.

Ez tenê wekî kesekî dînî nabêjim cîhad e, ji aliyê aqil û li cem kesên zana jî ev hatiye diyarkirin.

Tiştê Hêzratî Îsa (Hz. Îsa) ferman dike: ‘Eger kesekî li aliyê te yê rastê xist, aliyê çepê jî bide wî bila lê bixe’ lê eger tu mafê xwe dixwazî, şûrê Mihemed hilgire.

Me fermanekî Îsa anî ku dibêje ‘Ji hevdû hez bikin’ lê ev gotin nebû alîkar ku miletê me ji guran biparêze.

Şerê çekdarî û çek ji bo parastina heq û mafan gelekî girîng in.

Ew biryarnameya ku niha behsa wê dikin, berhema xebata wan şervanan e, berhem û xizmeta wan şehîdên Rojavayê Kurdistanê ye.”

Şerê medyayî û “spasiya Rûdawê”

Murşid Xeznewî pê bawer e ku di vê qonaxê de şerê medyayî gelekî bibandor bûye lê bawer dike ku Kurd di vî şerî de serneketine.

Dr. Xeznewî li ser şerê medyayî got, “Mixabin em di şerê medyayî de pir şikestine.

Ez rexneyê li hemû Kurd û Kurdistaniyan digirim gava ku ragihandinên Ehmed Şer şerekî derûnî li hemberî şervanên me dikir, mixabin hinek caran em dibûn piştgir ji bo wan.

Her wiha di pêwendiya navneteweyî û dîplomasiyê de em şikestine. Ez rexneyê li hemû partiyên siyasî digirim. Berî her kesî rexneyê li xwe digirim, li Kurdên diyasporayê ku ew pêwendiya me nîne em karibin hawar û nala miletê xwe bigihînin navendên biryarê.”

Murşid Xeznewî ji nişka ve axaftina xwe birî û got:

“Min ev ji bîr kir, pêwîst e spasiya nûçegihanên Rûdawê yên li New York û Washingtonê, Kak Diyar û Kak Namo bikim.

Bi rastî Kak Diyar xizmeteke pir mezin kir. Ew xizmeta wî kir, bi qasî hemû xizmeta me bû.

Ew xizmeta wî ya di Rûdawê de û li paytexta Kurdistanê gelekî mezin bû. Ez gelekî spasiya Kak Diyar dikim û çavên wî maç dikim.”

“Ev biryarname mafê Kurdan nade wan”

Murşid Xeznewî rexne li pêwendiyên dîplomatîk ên Kurdan girt û wiha domand:

“Rexneyê li pêwendiya dîplomatîk digirim, bi taybetî rexneyê li nûnerê HSD û MSDyê yê li Amerîka û Ewropayê digirim.

Eger ev biryarname ji bo Kurdên Ewropayê, wan kesên ku ax û av nînin, derketibe bi rastî gelek e lê eger ji bo me yên ku xwedî ax û welat in, ziman û çanda me bi xwe heye, ev tiştê derketiye heq û mafê me nade.”

“Em bi xwe parçeyek bûn ji tiştê qewimî”

Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî jî got:

“Eger em lê binêrin ji 2012an û heta 2025an li Rojavayê Kurdistanê çi qewimî? Rast e dagirker heye û zilm li Kurdan hatiye kirin lê em bi xwe jî parçeyek bûn ji tiştê ku qewimî.

Her ji Efrîn û Serê Kaniyê bigire heta digihîje Şêx Meqsûd  û Eşrefiyeyê çi qas zilm li Kurdan hate kirin? Lê hemû bi vê yekê pênase nabe.”

Ziryan Rojhilatî di berdewamiyê jî de got, “Di madeya 6an a vê rêkeftina Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de, ew îdiayên ku digotin birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê penahê dide efserên berê yên rejîma Beasê piştrast dike.

Nexwe te xeletiyeke taktîkî kiriye. Ji piştî 10ê Adarê ve te komek xeletiyên taktîkî kirine çimkî di 10ê Adarê de dibêje ‘Ez dê şerê paşmayên Beasê bikim’ lê di madeya 6an a rêkeftinê de dibêje ‘Pêwîst e navên wan fermanberan bide me ku di sînorê birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê de ne.’

Ev tê wê wateyê ku ew aliyê Kurdî yê vê îmze dike wê yekê jî qebûl dike ku komek Beasî di bin desthilata birêveberiya Rojavayê Kurdistanê de ne.”

“Me fêhm nekir ku dinya diguhere”

Ziryan Rojhelatî behsa xaleke din a nerênî ya Kurdan kir û got, “Em wekî Kurd ji aliyê taktîkî ve fêhm nekin ku dinya ber bi guherînê ve diçe.

Dinya çawa guherî? Beşar Esed rûxiya, Îran lawaz bû, bandora Rûsya li Sûriyeyê kêm bû û hevkêşeyeke nû çêbû.

 Ji aliyê leşkerî ve jî ew guherî ku Sûriye bû endama Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê.

Di şerê li dijî DAIŞê de Amerîkiyan qumar li ser Kurdan nekir.

Her ji destpêkê ve gotin hevalbendiya me di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de ye.

Kanûna Pêşîn a 2025an Sûriye bi fermî bû endama Koalîsyonê û Ehmed Şer jî ji lîsteya terorê hate derxistin.

Di du mehên borî de bi dehan operasyonên hevbeş kirin ku serkirdeyên DAIŞê kirin hedef û me Kurdan nekarî em vê yekê bikin. Tom Barack jî dibêje: ‘Ji bo me qonaxa nû ya şerê li dijî DAIŞê girîng e.’”

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Lindsey Graham: Gumanên me ji peymana HSD û Şamê hene
ENKS: Biryarnameya serokatiyê gaveke erênî ye; divê mafên Kurdan di destûrê de werin parastin
Serok Barzanî: Biryarnameya Serokê Sûriyeyê pêngaveka durist e û bo paşerojê bingeheke e
Lindsey Graham gazîkirina nûnerê rêjîmê bi Davosê bi tundî rexne kir
2 hevpeymaniyên siyasî , peyameke hevpar a pîrozbahiya 2ê Rêbendanê belav kirin