Rejîma Sûrî û HSDê li hev kir: Wê heftane 200 tanker petrol bo herêmên rejîmê bê şandin

.

Hat ragihandin ku rejîma Suriyê bi bedêla dayîna heftane 200 tanker petrolê bi Rêveberiya Xweser a Rojava re li hev kiriye ku rê bide çûnûhatina navbera herêmên deshilata Şamê û HSDê.

Li gorî nûçeya Al Monitorê hikûmeta Sûriyê 21ê Adarê hemû rêyên derbasbûnê yên Tebqa, Hewra û El Sabka yên herêma Reqayê li ber çûnûhatina sivîlan û karê bazirganî girtin.

Piştî vê helwesta rejîyê li herêma jêr kontrola HSDê bihayî çêbû û vê yekê jî bandor li ser kelûpelên wekî derman, xwarin û alavên înşaatan kir.

Hat zanîn ku sedema girtina deriyan ew bû ku rejîm dixwaze ji jêderên wekî petrolê yên di destê HSDê de ne zêdetir qezencê bi dest bixe.

Li gorî nûçeyê HSDê 4ê Nîsanê qebûl kiriye petrolê bo herêmên di destê rejîmê de dabîn bike û piştî wê jî hikûmeta Şamê biryara vekirina riyên çûnûhatinê daye.

Di rêkeftina herdu aliyan de hatiye diyarkirin ku wê HSD heftane 200 tanker petrolê bo herêmên jê kontrola rejîmê dabîn bike û wê li deverên jêr kontrola HSDê jî ji bo beşek berhemên derbas dibin bac bê standin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye