Rejîma Esedî, li Dûma ya Xûtaya Rojhilat, çekên kîmyewî bikar an: Zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan!

Li Dûma ya Xûtaya Rojhilatê Şamê, rêjîma Sûriyê şevê din bi çekên kîmawî êrîş kirş, di encamê de êrîşa kîmawî, heya niha zêdetirî 100 kesên sivîl canê xwe jidest dane, ku di nav wan de zarok û jin hene û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Ceyş El-Islam rêjîma Sûriyê bi avêtina bermîlên teqîner û jehrawî bi ser sivîlan de, tometbar kir,

Ji aliyê xwe ve, Komelgeha Bijîşkî ya Amerîkî li Sûriyê ragihand, ku nexweşxaneya Dûmayê rastî êrîşekê kîmawî bi gaza Kilorê hat û di encamê de, 6 kes hatin kuştin.

Hevdem Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û ragihand, heger hat piştrastikrin ku ew êrîş bi çekên kîmyewî bûye û ji aliyê rêjîmê ve hatiye kirin, divê bersiveke navdewletî bihêz hebe.

Lê heya niha jî, Rêjîma Sûriyê red dike ku bi çekên kîmawî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat kiribe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin