Rêjeya enflasyonê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gihîşte 40 ji sedî

Navenda Amaran a Îranê di raportekê de rêjeya enflasyona salane li wî welatî belav kir û ragihandîye, ku rêjeya enflasyona salane gihîştîye %40.

Navenda Nûçeyan- Li gor wê raportê, rêjeya enflasyona salane di vê mehê de li gor meha bihorî bi rêjeya %1.1 daketîye û ji %41ê gihîştîye %40.

Lê belê rêjeya enflasyona xal bi xal di heman maweyê de nêzîkî %1 bilind bûye. Li gor heman raportê, rêjeya enflasyona xal bi xal ji meha Kanûna par ve heta Kanûna îsal wate di nava salekê de bi qasî %27.8 zêde bûye.

Navenda Amaran a Îranê daye xuyakirin, ku di grûpa kelûpelên nexorakî û xizmetguzarîyan de enflasyon hebûye, lê di grûpa kelûpelên xwarin, vexwarin û cigareyê de rêjeya enflasyonê nêzîkî %1 daketîye.

Li gorî wê amara Îranê, girankirina buhayê benzînê bandoreke mezin li ser bilindbûna nirxê kelûpelan nebûye, ji ber ku rêjeya giranîyê di meha derbasbûyî û meha berî wê de, gelek cuda nebûye.

Şarezayekî aborî dibêje, di mehên bê de dê rêjeya enflasyonê li Îranê zêdetir bibe, ji ber ku guvaşên aborî li ser Îranê berdewam in û girantir jî dibin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin