Reform dê dadwer û dozgerên Kurdistanê jî vegire

Pirojeqanûna reforman li parlementoyê ye

Navenda Nûçeyan- Tê xwastin ku mûçe û îmtîyazên dadwer, endamên encumena dadwerîyê û dozgerên giştî jî bên kêmkirin.

Li gorî agahîyên BasNewsê, komîsyona karûbarên parlementoya Kurdistanê, di raporta xwe de ku li ser pirojeqanûna reforman ya hikûmetê amade kirîye, daxwaz kirîye reform dadwer û endamên encumena dadwerîyê herwiha dozgerên giştî jî vegire û mûçe û îmtîyazên wan jî mîna wezîr, wekîl û berpirsên pilebilind yên Kurdistanê were kêmkirin.

Pirojeqanûna reforman, ku ji zêdetirî 20 bendan pêk hatîye û herî zêde li ser nehîştina gendelîyê hatîye amadekirin, çend roj berê gihîşt parlementoya Kurdistanê.

Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir