Rêbwar Talabanî: Ev biryar siyasî ye

Piştî ku doh Dadgeha Kerkûkê fermana girtin û zîndankirina 6 mehan ji Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî derkir, Talebanî ew biryar bi siyasî binav kir û got: “Heger 6 salan jî bêm girtin, helwesta xwe naguhêrim”

Doh 26ê Kanûnê Dadgeha Lêkolîna Stûpakî biryara cezaya şeş meh zindanîkirinê derbarê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi Wekalet Rêbwar Talebanî de derxist.

Rêbwar Talebanî îro di konferanseke rojnamevanî de got: “Ji 16ê Cotmehê ve Kerkûk di rewşeke nedestûrî û neyasayî re derbas dibe. Madeya 9an a destûra Iraqê rê nade ti hikûmetekê artêşê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikar bîne.”

Got jî: “Helwesteke din ya min li ser hildana ala Kurdistanê bû, ku wek ala Iraqê aleke destûrî ye. Encûmena Parêzgeha Kerkûkê deng li ser da ku dibe ala Kurdistanê wek ala Iraqê bi hev re li ser dezgehan bên hildan. Ji sedî 86 xelkê Kerkûkê deng dan referandûma serxwebûna Kurdistanê û ji hemû pêkhateyan.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê amaje bi wê yekê kir, “Ta niha 30 rêvebirên Kurd ji Kerkûkê hatine derkirin. Sedam Husên pêştir wî heman kar kir. Parêzgarê niha yê Kerkûkê hatiye wan kiryarên Beis dubare dike, divê ew parêzgar were dadgehkirin.”

Rêbwar Talebanî got jî: “Grûpên qaçaxcî yên mezin petrola Kerkûkê didizin, bi pileya efser in û petrola Kerkûkê didizin, ji bo çi Dozgerê Giştî bêdeng e? Ku her dem biryara girtina min derdixin. Heger 6 salan min bigirin jî helwesta xwe naguhêrim.”  

Hêjayî gotinê ye ku li ser vê mijarê, Serok Mesûd Barzanî jî peyamek weşand û got: "Biryara girtin û cezadana Dadgeha Kerkûkê ya derbarê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî de bi tevahî siyasî ye û peywendî bi babeta dadwerî û yasa ve nîne."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin