Rêber Ehmed: Divê bi rêya hevahengiyê rê li ber êrîşên teroristî bên girtin

.

 Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser êrîşa çend rojên borî li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hate kirin axivî û diyar kir, komên terorîst sûdê ji valaiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye dibînin û jê ve êrîş dikin.

Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, lêkolîn derbarê wê êrîşê de berdewam e, ew  ê di vê êrîşê de metirsî ye, bikaranîna balafira bêbalafirvan e.

Rêber Ehmed herwiha destnîşan kir: “Her çend e êrîş ji derveyî sînorî Herêma Kurdistanê hatiye, lê ligel Hikûmeta Federalî ya Iraqê û hevpeymanan me behsa wê yekê kiriye ku divê bi rêya hevahengiyê, rê li ber van cure êrîşên teroristî bên girtin.”

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê derbarê rêkeftina Şengalê de eşkere kir: “Tu pêşketin di wê rêkeftinê de çênebûye. Hêzên ku berê li Şengalê hebûn, hîn jî li wir in. Tu pêngavek ji bo cibicîkirina wê rêkeftinê nehatiye avêtin. Daxwaz ji Hikûmeta Federalî û Netewên Yekgirtî dikin, hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ew rêkeftin bê cibicîkirin.”

Rêber Ehmed herwiha diyar kir, Hebûna hêzên biyanî, ziyanê digihînin welatiyên Herêma Kurdistanê û daxwaz ji artêşa Tirkiyê û PKKê kir jî, pirsgirêkên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bikin, ji ber ku ew operasyonên li wir tên kirin, ziyanê digihîne jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan