Raweste ezbenî.. te agahdar bikim?!

Konê Reş

Carna tu neçar dibî, dergehê mala xwe ji ber bahozê bigire, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê. Carana pêwîste tu dergehê mala xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..! Erê.. bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li hev xîne, bîranînên te tev bide û berê pencereyên mala te biguherîne.. Carna jî pêwîste tu bang li bahozê bike, da ku berê asoyê nerînên te biguherîne..!

Raweste ezbenî! Te agahadar bikim; gelek caran bahoz giring in, pêwîstiya mirov bi hin volqanên temirandî heye.. bela ew volqan careke din gurr bibin.. Carna tebitbûn û bêdengî westandin û perîşanî ne..! Ma tu ji lavlav û rawestandina di rêzê de newestiya ye..? Ew rêz û sekinandina li hêviya Sultan û Sultan te nas nake.. hayê wî ji rawestandina te, xuzkirina te, gilî û gazinên te nîne.. Reva te ji ber, bala wî nakşîne.. Bi tenê jê re giringe ku pişta te lêbe û tu dûrî wî here..!

Carna kursî ji rûniştna rûniştvanan diwestin! Çima kursî nameşin û ji xwe re li cihekî bilindtir nagerin..?! Xwezî kursî biaxifyana.. Bawer nekin ez bê hêvî bibim.. hêviyên min mezin in. Rojekê wê kursî biaxifin, lê ne bi vî zimanê ku îro em pê diaxifin.. Carna tu neçar dibe ku, tu di bajarê Kerran re bimeşe..! Hingî devê xwe bigre.. Ne bistirê û ne bike hawar.. Kî bi te dikene bela bikene..

Lê dema ku tu di bajarê koran re bimeşe, destê xwe deyne ser çavê xwe da ku diz û keleş te nebînin..! Ewên ku di mejiyê te de dimeşin û bi navê te, durişmên ji xwe tu te mezintir, ji bo rizgarbûna welat bang dikin.. Pêwîste tu xwe razî bike ku, tu ji wan bawer dike û destê xwe ji ser çavê xwe nede alî, bela çavên te girtî bin, wê ji te re bêjin tu mirovekî çak û rind e..! An na, wê ji te re bêjin tu kurdekî tirsonek, bizdok û newêrekî. Bela çavên te girtî bin, destê xwe ji ser wan nede alî.. Li dûr mêze neke. Aram be, bê deng be da ku serê te neêşe û xew li te neherime..

Carna tu mêze dike ku, cudahiya me û ereban, tirkan û farisan ziman e.. û rêxistinên me, ziman di ser guhên xwe re avêtine.. Bi dûv qezencên xwe yên kesayetî de kor bûne, nakokiyê ew kerr kirine, dubendiyê ew lal kirine; "Hêk ji mirîşkê ye an mirîşk ji hêkê ye" ew heyrandine û wiha milet perîşan dibe, ziman û folklorê me toşî talanê dibe..

Carna zor e ku mirov bêdeng bimîne.. Lê ezbenî xwe fêr bike.. xwe fêrî bêdengiyê bike.. Ku ji te hat xwestin tu biaxife, bi darên mala xwe re biaxife.. Ku nebin, bi darên di kolanê de biaxife, ku ew jî nebin bi xwe re biaxife û bêje; ev heyamekî lewitî ye, ta bi qelem, kaxet, sinc û kursî lewitîne. Lê ji min re nebêje were beşdariya bêdengiyê bi min re bike, hez lalbûnê nakim, ji ber ku her dem hez dikim, van gotinan bi dengekî bilind bibêjim:

"Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê.." Mîr Celadet Bedirxan, rojnameya Roja Nû, hejmara (1) Beyrût /1943