RAWEST: %73 ji welatîyan di bin metirsîyê de ne

Sazîya lekolînê RAWESTê derbarê vîrusa Koronayê de li Bakurê Kurdistanê li 4 bajarên wek Dîyarbekir, Wan, Mêrdîn û Rihayê rapirsîyek li dar xist. Li gorî rapirsîyê %73yê welatîyan ji ber vîrusa koronayê di nav metirsîyê de ne.

Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Kurdistanê yekem rapirsîya derbarê vîrusa Koronayê de  ji alîyê sazîya lêkolînê RAWESTê ve hat li darxistin di navbera 18 û 21ê Adarê de li bajarên wek Dîyarbekir, Mêrdîn, Wan û Rihayê hat li darxistin. Rapirsî bi 738 welatîyan re hatîye kirin û %73yê welatîyan ji ber vîrusa koronayê di nava metirsîyê de ne. Bo performansa dewletê û politikaya hikumeta Tirkîyeyê ya hember vîrusa koronayê jî Gerînendeyê Rawestê Roj Esîr Gîrasun dibêje xelk ji parvekirina agahîyan ne bi bawer e.

Gerînendeyê RAWESTê Roj Esîr Gîrasûn ji K24ê re got: “Dema em ji xelkê dibirsin ku hun performansa Wezîrê Saxlemîyê çawa dibînin, %45ê dengdêrên HDPê jî tê de xelk bawerîyê bi wezîr tîne. Lê dema em dipirsin ku hun ji agahdarkirina dewletê memnun in an na? Dengdêrên Ak Partîyê jî tê de xelk bawerîyê bi dewletê nayne.”

Derbarê hişmendîya xweparastinê de jî %81ê welatîyan dibêjin ew ji berê zêdetir dest xwe dişun, %49ê welatîyan dibêjin ew kêm derdikevin derve, %31ê welatîyan qet dernakevin derve û %16 welatîyan jî dibêjin berê çawa bin niha jî welê ne. Rêveberê RAWESTê Reha Rûhavîoglû dibêje li gorî berê hişmendî ne di asteke gelek baş de ye lê guherînek erênî jî rû dide.

Rêveberê RAWESTê Reha Rûhavîoglû dibêje: “Ji 4 kesan 1 kesî de tirs û xofa vîrusa koronayê peyda bûye.Ev yek jî bandorê li wan dike ku  Xelk êdî bergirîyên xwe distînin, hay ji sosyal îzolasyonê dimînin. Ji hev dûr dibin. Hevdû hembêz nakin, hevdû maç nakin. Xelk di wê metirsîyê de ye ku ev rewş dê zêdetir bibe.”

Lêkolîner amaje dikin qedexeya derketna derve ya bo kesên ji 65 salî mezintir bandoreke neyînî li ser ciwanan kirîye ku ciwan dibêjin ev nexweşî, nexweşîya îxtîyaran e û tiştek bi me nayê. Ji ber vê yekê jî amadekarên rapirsîyê di wê bawerîyê de ne k udi rojên nêzîk de dê qedexeya derketina derve ya giştî bêhtir were axaftin.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da