Siddik Bozarslan
Ew her du kur, ew her du kurên cilguhartî,
dema li bajêr digerîyan bi wan cilên bijartî.
Ji nîşka ve bûyereka ecayib li wan numa (xuya bû)
yek parçeyek jî aqil di serê wan da nema.
Dîtina li hemî taxan û hemî zikakan (kuçe, kolan)
li hemî kuçe û hemî ode û hemî şibakan.
Û pênc sed kes ji keç û xort û ruwalan (law, kur)
ew çend jî ji celeba pîran û kalan.
Ji her celebên nêran û mêyan,
hinek bi cil, hinek tazî û uryan.
Hinek qedirbilind, malmezin, maqûl û giregir,
hinek ji rêzê û biçûk, hinek ketî û kêmqedir.
Hinek ji wan serqot, hinekên dî jî pêxwas,
serên wan wek gogan, wek kaşoyan (çovek) lingên wan ên xwas.
Hinek ji wan sermest, hinek serxweş û sergerîyayî,
hinekan “helke helk” dikir, hinek jî bêhnçikîyayî.
Hinek dipeyivîyan, hinek jî bêdeng,
hinek dibezîyan, ji tirsan li hinekan nemabû reng.
Hin serşikîyayî, hinekên dî cildirîyayî,
hin têkilhev û lihevketî, hin aqilrevîyayî.
Hinekan dikir qîrîn û hewar û feryad,
hin jî bi ben û zincîrên aqil bûbûn azad.
Her yek guherîbû bi terz û awayek,
her yek bûbû cegerxwîn bi êş û cefayek.
*
Ew her du, demek şaş man pêkve û heyirîn,
di nava pêlên fikirandinê da nûq bûn, hingî fikirîn.
Tacdîn rawesta û pirsyar kir,
pirsa xwe ji kesekî extîyar kir.
Got: “Ey Xizirê ku rîya rast dinumîne,
bêje, ev çi bela ye ku dûwayî jê ra nîne?”
Wî got: “Du xortên spehî yên gelek dijwar,
îro li vî xelkî bûne wek celatên xwînxwar.
Herçî kesên ku ew her du serxweş wan dibînin,
tavil wan têkilhev dikin, weha aqil ji serê wan dertînin.
” Wan got: “Gelo te nedît ku ew çawa û çi reng in?”
Wî got: “Du kur in, zêde ter û teze û şeng in.”
Gotin: “Gelo şûr in, çekên wan, yan gurzên şeşper in (şeşkenar)
yan na tîr in, yan jî gelo xencer in?”
Wî got: “Bi xemze û bi awirên wek tîran,
xelkê dikujin, wek ku bikujin bi sertîran.”
Wan bi vê daxwazê pirs dikir ku, eger wan bibînin,
ew biçin û ji xwe ra bi mêranî dest hilînin.
Ew her du di wî karî da bûn li wê derê,
ji nîşka ve hew dîtin ku hema bi qudreta Xwedê.
Ew her du kurik, wek du heykelên du xweşmêran,
derketin û hatin, şewq didin wek şahê stêran (Roj e)
Şêl û awayên wan yek in, yeklîbas in,
lê belê di wî bajarî da rengnenas in.
Bi xwî û tevgerên xwe firîşte ne, bi rûyên xwe perî,
ne malfiroş in ew her du kurik, ne jî mişterî.
Van her du birayan ku ew her du serserîyên qeşmer,
dîtin, dil û can şabaş dan û man bêser û ber.
Ew qas gerîyan dîn û gêj û bêhiş,
êdî haya wan nema ji aqil û hiş.
Ne hiş û aqil li serê wan ma, ne jî fam,
gêr bûn û bêhiş ketin ser wê axa xam.
Bi tevayî ji aqil û can her du têr bûn,
di wê gavê da ji dûr ve her du gêr bûn.
*
Wan her du firîşteyên gewre û kîbar,
dîtin du melek, her du jî gelek dildar.
Parçehîv in, lê wek ronayîya Rojê ye ronayîya wan,
cegerkebab in her du, hingî zêde ye evîndarîya wan.
Wek nêçîrên nîvserjêkirî, bê guman,
gîhane rewşeka zor û halekî perîşan.
Ji neçarî bezîyan ser wan nêçîrên birîndar,
bala xwe dan rûyên wan ên rind ên wek nîgar.
Zanîn û têgîhîştin ku ne nêçîrên serserî û ji rêzê ne ew,
di pêşîya leşkerê dilbiran da, ew in sereksiwar û pêşrew.
Westîyan û nihêrtin li wan, bi baldarî û dîqqet,
tavil ket dilên wan nermayî û dilovanî û merhamet.
Bi kurtî, ji rindîya wan her du xezalan,
merhemetek ket dilên van her du ruwalan.
Bi hev ve hat girêdan raza dilên wan,
û hev evand şewq û şemala rûyên wan.
Rîya naskirinê kifş e, dike xuyayî,
gîyanên wan qet nekir ji hev cudayî.
Yek rengekî safî yê alema ne li ber çavan,
yekîtî û hevgirêdana bêguman derxist û anî ber çavan.
Evînê ew wisa bi hev ve girêdan û bestin,
rindîyê ew wisa bi hev dan xwestin.
Te digot qey çi laş û çi dilên evîndar,
her çar, çi daxwazkirî û çi daxwazkar.
Bê guman yek in, çi laş û çi gîyan,
ew her yek in, çi laş û çi jî can.
*
Ha şîrînî û ha evîna dilan,
ha dijminî û ha nevîna (nefret) dilan.
Li gora me nûderketî ne, tune ne,
lê belê rastîyên kevnar in, ji berê ve hene.
Lewra eskerên gîyanan, ku hatine civandin,
di zanîna Xwedê da çêbûne û nemir hatine afirandin.
Hin hogir in, hinek jî li dijê hev in, dijkar in,
hin cuda cuda ne, hinek jî hevalbend û hevkar in.
*
Wan hogiran ji hev ra wisa hogirî û germayî,
axir nîşan dan ku, nema ji wan ra çu zorayî.
Yanî wan her du kurên xwînxwar,
gava weha dîtin ew her du birîndar.
Ew her du bi sed dilî evandin,
rûniştin û ew her du wergerandin.
Gavek temaşe kirin li bejn û balan,
pêlek heyran man li zulf û xalan.
Gotin: “Gelo ev keçên kê ne?
Yan her du firîşteyên Xwedê ne?
Ev fêkî li kêderê gîhane?
Ev gul li kîjan gulistan numane?
Ev serwên qeraxê kîjan cû ne?
Ev teyr ji kîjan mêrg firîyane û rabûne?”
Histirên wek gulavê û gulreng,
rêtin li rûyên wan ên xwînreng.
Evînê ew wisa kiribûn nehişyar,
qutûbirr nedibûn ji xwe haydar.
Axir, ku bi qelema ku jê ra tê gotin evîn,
rindîya rûyên wan li lewha dilên xwe nivîsîn.
Wan vîya ku bizanin ew çi esl in,
lewra nedizanîn ku ew çi nesl in.
Gustîlên wan ciwanan, wan zerîyan,
kişandin ji tilîyên her du xwedîyan.
Gustîlên xwe jî ji tilîyên xwe kêşan,
û kirin şûna gustîlên wan jibo nîşan.
Bi wî awayî, yaqûtên wan bi morîyên wan guherîn,
elmasên wan jî bi şûşeyên wan ên belorîn.
Sersal û xweşî ji destên xwe bi der dan,
jîyana xwe ya xweş guhartin bi derdan.
Ji nîşka ve hin bîyanî xuya bûn,
bê dil xatir xwestin û ji wir rabûn.
Man her du bira, wek du nêçîran,
ku lingên wan girêdayî bin bi qeyd û zincîran.
Rabûn, ku şeveka reş û tarî,
roj û hîv çûne ava û êdî nakin dîyarî.
Wek tawîyan, sersem û gêj û serbiêş,
sewdayî û sews, û wek serxweşan dilbiêş.
Sed car diketin ber dergehan û navderan,
heta ku gîhîştin hêlînan û hêwiran.
Gerçî gîhîştin cî û hêwir û malan,
lê belê li wan her du bêmirad û devtalan.
Çi sibe û çi êvar, çi roj û çi şev,
dixuyan bi yekcarî û giştî wek hev. (1)
247 - 259