Zelalkirina Dîrokî, Berxwedana 4 Mîrzayan û Bingeha Pirtûka Nû ya Welatê Xaltan
KURTEYA RAPORTA KAMIL : |
1. Çarçove û Girîngiya Hevpeyvîna Rûbirû
Di tomarkirin û parastina dîroka devkî ya Welatê Xaltan de, xala herî girîng pêwendiya rûbirû (rû-bi-rû) ye. rêzdar Feqîr Cirdo Evdo destnîşan dike ku pêwendiya bi telefonê carna nabe çareserî û ji bo zelalkirina mijarên tevlîhev û dîrokî yên ku hatine guhertin an berevajîkirin, dîtina rûbirû şertekî bingehîn e. Dîroka me ya pîroz ku sedsalan bi zanebûn hatiye veşartin, tenê bi guhdarîkirina rûspî, lêkolînên kûr û fêmkirina zargotina rastîn tê sazkirin.
2. Zelalkirina Çar Kesayetiyên bi Navê 'Mîrza'
Yek ji şaşîtiyên serekî yên herî giran di berhem û gotarên dîrokî yên Sovyetê(Qafqasiya) de tevlîhevkirina sê kesayetên cuda yên bi navê 'Mîrza' bû. Bi delîl û fermanên heyî, em vî hejmarî dikin çar (4) û sînorên wan ên kronolojîk bi awayekî akademîk dabeş dikin:
Kesayetî | Serdem / Dem | Taybetmendî û Rol di Dîroka Xaltan de |
1. Mîrza Begê | Derdora sala 1630 | Mîrza Begê, bavê wî Telî û lawê wî Zoro Axa jî, ji Mala Kok Axa bûn. Ew jî di encama zilm û fermanên sedsala 17’an de, bi taybetî fermanên reş yên li derdora sala 1630’an li dijî Êzdiyên Serhedê, koçberiyên mezin destpê kirin e de mecbûr mane berê xwe bidin herêma Niqîba û Xerzan. Dema Mîrza Beg û lawê wî Zoro Axa hatine herêma Niqîba, ewan berxwedaniya xwe li wirê berdewam kirine. Wan ne bi tenê parastina fîzîkî kiriye, bi her wiha yî ve serkêşiya manewî ya miletê xwe jî kiriye. Ew dora 150 salî berî Şêx Mîrza ye. |
2. Şêx Mîrza | Derdora sala 1828 | Şêxê êla Anqosiyan ku di sedsala 18-19an de jiyaye. Li devê saraya Diyarbekirê li dijî qomîserên dewletê û parêzgar Emîn Paşa berxwedaneke mezin nîşan da û şehîd ket. Di nav her du Reşîd Paşayan de jiyaye. |
3. Mîrzikê Zaza | Heta sala 1837 | Serkêş û mîrê dawî yê mîrgeha Xaltan a li herêma Ridwanê ku li dijî fermanên Osmaniyan di sedsala 19an de berxwedaneke herî mezin birêve bir. |
4. Nemirê Mîrza I | Dîsa di derdora sala 1837 | Serdar û lehengê Xaltanê ku di Şerê Baximzê de (1837) li dijî leşkerên dewletê (Qewaz Başî û Reşît Paşayê Yekem) li ber xwe da û şehîd ket. Kilama wî ji aliyê Xelîlê Berfê ve hatiye tomarkirin. |
3. Delîlên Strana Şêx Mîrza (Şehadeta 1828an)
Strana Şêx Mîrza ya ku ji devê dengbêjê nemir Xelîlê Berfê berî sala 2000'î ya tomarkirin, rasteqîniya bûyera Diyarbekirê radixe ber çavan. Ev rista pîroz nîşan dide ku çawa ferman di 1828an de derketiye û bavê Hesen û Melo ji Doqatê rabûye, li devê saraya herêmê xencera xwe kişandiye û pêsîra Qomîseran sor kiriye:
"Wezîro wezîro oyo, Lo lo şêxê mino, tiştê te kir, kesî li darê dinya yê nekir, kesekî perî bavê Hesen û Melo, Şêxê Anqosya, şêxê Doqatê, berxê Koza wezîr, derê sara Diyarbekirê bi xwûnî nekir... Welle ewî li devê sara Diyarbekirê, pêsîra Qomîsera dide ber xencera, Sê denga li Emîn Paşa dike gazî: Pasayê dewletê kerê min!" |
4. Klama Mîrzikê Zaza: Berxwedana Ridwanê û Çiyayên Xalta
Di vê guhertoya nû de, em metna kamil a strana berxwedanê ya ku rûmet û tifaqa lehengên mîrgeha Ridwanê û serwerê wê yê dawî Mîrzikê Zaza diparêze, wekî stûna sereke li raportê zêde dikin. Ev qeyda pîroz ku ji devê Dengbêj Emînê Hemdûnî hatiye hildan, nîşan dide ka çawa siwarên çiyayên Xalta yên wekî Keleşê Çelo, Eliyê Gelho, Geşê Xemê Giro, Êganê Meyro û Biçêşê Îsa li hemberî fermana giran a Osmaniyan bûne mertalên poladî:
"Nûrê de go lê lê Edlayê... |
5. Nemirê Mîrza I û Şerê Baximzê (1837)
Di sala 1837an de, fermaneke mezin a di bin serokatiya Mustafa Reşit Paşa de birin ser gundê Baximzê yê herêma Xerzanê. Nemirê Mîrza I (bavê Eyo) tevî lehengên klanên Mala Çelikê û Mala Zoro li ber xwe dan û leşkerên dewletê û xayînan qelibandin aliyê Bazbûtê. Ev şer û şehadeta bavê Eyo, yek ji rûpelên herî pîroz ên bîra Xaltiyan e ku di kilama dengbêj Xelîlê Berfê de bi heybet tê ziman: "Lo lo Nemiro lawo, Baximza bavê Eyo bi şewite... Eva îro sê roja qelandine tovê mala Sêrdîn Axa lawo..."
"Baximza bavê Eyo li serê rezan û baxan |
Analîza Akademîk a vê Klamê:
1. Hevpeymaniya Lehengan: Mîrzikê Zaza li qesra Ridwanê bi dudengî gazî hevalbendên xwe yên herî xurt dike. Ev nav (Keleşê Çelo, Eliyê Gelho, Geşê Xemê Giro, Êganê Meyro û Piçê Şêx Îsa) sînorên tîfaka leşkerî ya konfederasyona Xaltan li hemberî êrîşên neyaran radixe ber çavan.
2. Sînorên Kronolojîk û Dîrokî: Strana Mîrzikê Zaza fermanê wekî pêvajoyeke berdewam a ji sedsalên borî ("ji dewra Elî û Emer") pênase dike. Her weha rista "mîna sala paşiya Qelqane" behsa bûyera kolektîf û xemgîn a fermanên herî dawî yên mîrgehê yên sedsala 19an dike.
6. Astengiyên Akademîk ên li Sovyetê û Bingeha Pirtûka Nû
Sedema vê ku sêwirana sê û çar 'Mîrza'yan heta îro di pirtûkên lêkolînerên Sovyetê de neetiye zelalkirin, rasterast bi mercên siyasî yên wê serdemê ve girêdayî ye. Di bin dîktatoriya Lenîn-Stalînîzmê de, lêkolînerên me nekarîn bi awayekî azad li ser Êzdîxana Serhedê an Bakurê Kurdistanê lêkolîn bikin. Keda giranbuha ya 24 salan a Kemal Tolan, ku ev qeydên zindî parastine, rû rûbûneke herî xurt a zanistî ava dike rê li ber pirtûkeke herî profesyonel a li ser dîroka nehatiye nivîsandin a Welatê Xaltan vedike.