Raporta NYê: Gelek Caran Qurbanî Sivîl Û Kurd İn

Netewên Yekgirtî li ser rewşa Efrînê û tawan û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin hate deng û ragihand, li Efrînê grûpên çekdar bi berdewamî welatiyên Kurd ên sivîl direvînin, eşkence didin û dikujin.

Netewên Yekgirtî li ser rewşa Efrînê û tawan û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin hate deng û ragihand, li Efrînê grûpên çekdar bi berdewamî welatiyên Kurd ên sivîl direvînin, eşkence didin û dikujin.

Komîta Lêkolînê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve duhî di raportekê de belav kir, rewşa ewlehiyê li Efrînê gelekî xirap e û grûpên çekdar herêm li ser xwe parve kirine û serweriya yasayê li wê herêmê nîn e.

Raporta Netewên Yekgirtî diyar dike, li Efrînê bi berdewamî kiryarên revandinê, eşkencedan û kuştina welatiyan ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin û gelek caran qurbanî sivîl û Kurd in.

Komîta Lêkolînê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve amaje bi wê yekê jî kir, grûpên çekdar wek kesên dewlemend li welatiyên sivîl dinêrin û gelek caran bijîşk û bazirgan jî dibin qurbanî.

Ev raport di demekê de ye, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, ji bilî destdanîna ser mal û milkên welatiyan, şewitandina daristan û darên zeytûnê, bicihkirina proseya guhartina demografî, grûpên çekdar bi berdewam tawan û kiriyarên revandin û eşkencedana welatiyan tên kirin û hejmarek mezin ji welatiyên sivîl di bin eşkencedana çekdaran de hatine kuştin.

Li gor zanyariyên K24ê, li Efrînê zêdetir ji 40 welatiyên Kurd ên sivîl di bin eşkenceya hovane û bi guleyên rasterast ên grûpên çekdar de hatine. Herî dawî jî roja 8ê vê mehê, welatiyê bi navê Mihemed Henîf Husên ê ji gundê Bilêlko ku roja 30 Tebaxa bûrî ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, di bin eşkenceya hovane de hat kuştin.

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Wezîrê Geştyariyê: Em dê Colemêrgê bikin bajarekî geştyariyê
Elî Rehmûn: Dan û standinên bi hikûmeta Sûriyeyê re dê bileztir bibin
Abdurrahîm Firat: Rola Herêma Kurdistanê ya di danîna çekan de girîng e
Hakan Fidan li Enqerê bi şandeya Hamasê re civiya
Trump ji Serokê Fedê re: Îstifa bike