Rapora Pentagonê: Ji ber operasyona Tirkîyeyê DAIŞê xwe dîsa bi rê xistîye

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser operasyona Tirkîyeyê ya li Rojavayê raporek amade kirîye.

Navenda NûçeyanWezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser operasyona Tirkîyeyê ya li Rojavayê raporek amade kirîye.

Li gor raporê “bi vegera leşkerên ji bakurê rojhilatê Sûrîyeyê ya leşkerên Amerîkayê û operasyona Tirkîyeyê DAIŞê xwe dîsa bi rê xistîye.”

“Hewceyî wextî ye...”

Li gor nûçeyeka BBCyê ji AFPyê ragihandî di raporê de hatîye eşkerekirin ku “çêdibe DAIŞ ji rojavayê ve dest bi opersyonekê bike.”

Pentagonê şîyar kirîye ku 19 rê û rêbazên belavbûnê yên DAIŞê hene û hewceyî wextî ye ku xwe bi rê bixe.”

Serokê DYAyê Donald Trumpî pêşîyê biryar dabû ku leşkerên Amerîkayê dê ji Rojavayê biçin. Paşê Trumpî ragihandibû ku ji bo parastine bîrên petrolê hin hêzên Amerîkayê dê li Rojavayê bimînin.

Çavkanî: Bianet

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir