Rapora NY: Li di îşkencexaneyên Efrînê de dema îşkenceyê leşkerên tirk hebûn

.

 Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê binpêkirinên şerê navxwe yê Sûriyê de, ji bilî tawanbarkirina rejîma Sûriyê hin hûrgiliyên din jî hatine belavkirin.

Li gorî rapora ku roja Duşemê hatiye eşkerekirin, tê gotin ku di îşkencexaneyên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin de, leşkerên tirk jî hebûn.

Hat zanîn ku li gorî gotinên kesên ji destê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve rizgar bûne û ji NY re ragihandine, li cihên îşkencexaneyên Efrînê yên komên çekdar rayedar û leşkerên tirk jî beşdarî dikirin.

Herwiha di gotareke li ser malpera Responsible Statecraft de jî hatiye diyarkirin ku Komîsyona NY derxistiye holê ku îşkencexaneyên herî xirab yên li herêma Efrînê ya di bin kontrola Tirkiyê de ne.

Di rapora NY de herwiha hatiye eşkerekirin ku Tirkiye û komên çekdar li herêmên dagir kirine, tawanên paqijiya etnîkî, dizî, talan û qaçaxçîtiyê pêk anîne.

Hatiye diyarkirin ku ji aliyê çekdaran ve desteserkirina xelkê bi berdêla fîdyeyê, windakirina mirovan û guhertina demografiyayê bi awayekî sîstematîk li ser Kurdên Efrînê tê meşandin.

Di raporê de behsa hilweşandina perestgehên Êzidiyan jî tê kirin û tê gotin, ji bo êzidiyên revandine jî çekdar fîdyeyê zêde ji malbatan dixwazin.

Hatiye destnîşankirin ku efserên artêşa Tirkiyê di dema îşkencekirinê de amade dibin û gelek caran tê dîtin ku leşkerên tirk li navendên binçavkirinan û îşkencexaneyan amade ne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin