Rapora Girtîgeha Silîvrîyê: 107 girtî bi Covîd-19ê ketine

Rêxistinên mafparêz, malbatên girtîyan û hiqûqnasan li ser Girtîgeha Sîlîvrîyê raporek amade kirîye. Li gorî raporê, li Girtîgeha Sîlîvrîyê hejmara kesên bi vîrusa Covîd-19ê ketine ji 100î zêdetire û tedbir jî kêm in.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevanîya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD), serdana Girtîgehê kirine.

Rêxistinên navborî di 22yê Gulanê de çûne girtîgehê û piştî wê jî raporek amade kirine.

107 kes bi vîrusê ketine, 16 qawîş di karantînayê  de ne

Di raporê de hatîye destnîşankirin, ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Lyê ya Hejmara 7an a Sîlîvrîyê, bi 5 girtîyan re hatîye axaftin û hatîye gotin, di qawişekî de 38 kes dimînin û ew kes dikuxin.

Di raporê de hatîye gotin ku li heman beşî 15 qawiş di karantînayê de ne û 107 girtî jî bi vîrusa Covîd-19ê ketine.

Girtî nikarin kel û pelên paqijîyê peyda bikin

Di raporê de hatîye dîyarkirin ku girtî nikarin bi hêsanî kel û pelên paqijîyê yên şexsî peyda bikin. 2 mehin girtîyan dernaxînin revîrê û rojnameyan jî nadin wan.

Di raporê de hatîye dîyarkirin, hin gardîyan maske û lepikan bikarnahînin, dermankirin û dezenfektekirin jî bi başî nayên kirin.

Di beşekî raporê de wiha hatîye gotin: "M.F.Ç. û A.K. 80 roj in hatine girtin û ji roja ku hatine girtin heta niha li hucreya yek kesî tên hiştin" û parêzer jî nikarin bi hêsanî hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin."

Divê girtî serbest bimînin

Di raporê de hatîye gotin, rewşa stokê ya li kantînan kême û divê kel û pelên paqijîyê bidin girtîyan û bi başî paqijî bê kirin, girtîyên nexweş, ê bi temen, bi zarok û ducanî bên berdan, pêşnîyarên Yekîtîya Doktorên Tirkan (TTB) li ber çavan bên girtin û raya giştî bê agahdarkirin.

Ajansa Mezopotamyayê

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye