Rapora 'Bajarê Wêran': 400 Hezar Kurd ji Neçarî Warên Xwe Hêlane

Yekîtîya Odeyên Mîmar û Muhendisên Tirkîye li ser encama şer û pevçûnên dema xendekan rapora xwe ya çar salan temam kir.

Navenda Nûçeyan- Di raporê de cî dane wêraniya li bajarê Şirnexê, navçeyên Cizîr, Hezex (îdil) Silopî, Nisêbîn, Gever, Sûrê.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li heft navçeyan 400 hezar rûniştvan mecbur mane ku ji warê xwe koç bikin.

Li gorî raporê li Şirnexê qedexe 391 roj dewam kir û 64 hezar kes ciyê xwe bûn.

Hejmara Cizrî ji 110 hezaran daket 20 hezarî. Di pevçûnan deli Cizîrê meytê 251 kesan hat tesptît kirin lê tê texmîn kirin ji 280 zêdetir kes hatin kuştin.

Li Silopê jî 11 hezar kes koçber bûne.

Li Geverê 23 hezar kes bê mal man.

Li navça Surê jî şeş tax bi temamî wêran bûn ku hatiye tespîtkirin ku li navça Surê bi giştî 46 hektar cî wêran bûye.

Serokê Odeya Mîmarên Amedê Şerefxan Aydin li ser raporê û amadekairiyên wê jibo Dengê Amerîka zanyarîyan parve dike.

Aydin dide zanîn rapor bi awayek teknîkî û zanistî hat amadekirin û sibe roj jibo kesên malê wan wêran bûye dikare bibe delîl jibo dadgehan.

Rapora bi navê "Bajarê Wêran" bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî belav bû.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir