RAPOR - Amerîka pergala parastinê ya Patriotê ji Hewlêrê vedikişîne

.

Di demekê de ku êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê û herêmê berdewam dikin, raporeke nû dibêje ku Amerîkayê dest bi vekişîna hêzên xwe kiriye û sîstema parastinê ya Patriotê ya li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vekişandiye.

Li gorî raporeke malpera Al-Monitorê, çend çavkaniyên agahdar ragihandiye ku artêşa Amerîkayê dest bi vekişîna hêzên xwe yên li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku sîstemên parastina asmanî yên Patriotê ku ji bo têkbirina mûşek û dronan tên bikaranîn, li baregeha Amerîkayê nemane.

Her wiha hat eşkerekirin ku pêvajoya vekişîna leşkeran ji hefteya borî ve dest pê kiriye û hîn jî berdewam dike.

Zêdetirî hêzên Amerîkayê û kel û pelên wan ên leşkerî yên giran hatine derxistin.

Çavkaniyan behsa wê yekê kiriye ku “hemû” Patriot hatine veguhastin lê hinek sîstemên din ên parastinê hîn li cihên xwe mane.

Gaveke asayî yan metirsî?

Rayedarên herêmê vê vekişînê wekî “gaveke asayî” bi nav dikin û dibêjin ev yek di çarçoveya wê peymanê de ye ku bi Bexdayê re hatiye kirin ji bo vekişîna temamî ya hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê heta 30ê Îlona îsal.

Lê vekişîna van hêzan, bi taybetî sîstema Patriotê, di demekê de ye ku êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Her çend ev sîstemên parastinê ji bo parastina hêzên Amerîkayê hatibin bicihkirin jî, Herêma Kurdistanê jî sûdeke mezin ji wî sîwana ewlehiyê dîtiye.

Ji dema ku şerê li Îranê dest pê kiriye ve, Balafirgeha Hewlêrê bi berdewamî rûbirûyî êrişên Îranê û komên çekdar bûye.

Çavkaniyan ji Al-Monitorê re gotiye, sîstemên parastinê yên Amerîkayê karîne herî kêm ji sedî 95ê wan êrişan têk bibin.

Kêmasiya mûşekên Patriotê

Berpirsê lêkolînan ê şirketa Horizon Engageyê ya New Yorkê Michael Knights ji Al-Monitorê re ragihand:

“Rakirina Patriotan wekî şûrê dudevî ye. Li aliyekî leşkeran diparêzin lê li aliyê din ew bi xwe dibin armanc.”

Knights pê bawer e ku vekişîna Amerîkayê nayê wateya bidawîhatina temamî ya hevahengiya leşkerî ya di navbera Amerîka û Îraqê de, çimkî hêzên taybet ên Amerîkayê li cihên veşartî dimînin.

Al-Monitor da zanîn:

“Vekişîna Patriotan beriya vekişîna temamî ya hêzên Amerîkayê, pirsên zêde li ser kêmkirina yedeka mûşekên Amerîkayê û çawaniya dabeşkirina wan a li herêmê çêkirine.”

Yek ji çavkaniyan gotiye, “Herêma Kurdistanê di pêşîniya karên Amerîkayê de nîne, herêmên Kendavê û Urdinê ji bo wan girîngtir in.”

Lekolîneke Navenda Lêkolînên Navneteweyî û Stratejîk a li Washingtonê behsa wê yekê dike ku Amerîka bi pirsgirêka kêmiya mûşekên Patriotê re rûbirû ye.

Li gorî lêkolînê, Amerîkayê ji sedî 55ê yedeka xwe ya Patriotan winda kiriye û vê hefteyê ev rêje ji sedî 10ê din jî daketiye.

Kurdistan Haberleri

Balyozê Îranê: Îraqî amade ne ku li dijî Amerîkayê şer bikin
Lêkolîna li ser mirina Xezalê bi dawî bû: 5 kes hatin tometbarkirin
Li Rojavayê Kurdistanê çarenivîsa bi sedan kesan ne diyar e
Li Kobaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên nû tên avêtin
Supasalarê Heşda Şeibî red dike ku çekan radestî dewletê bike