Rapirsiya 4 bajarên Bakurê Kurdistanê: Dengên HDP û AKPê daketine

.

Li gor rapirsiya Lêkolîna Asalê, li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Wanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiya yekem û AKP jî partiya duyem e û her wiha li Rihayê jî AKP partiya yekem û HDP partiya duyem e.

Kompanya rapirsiyê Lêkolîna Asalê, encamên rapirsiya li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê yên Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Li gor rapirsiyê HDP li 3 bajaran yekem e û AKP li bajarekî yekem e. Her wiha li her 4 bajaran jî li gor hilbijartinên 2018an rêjeya dengên HDP û AKPê daketine û rêjeya dengên CHPê zêde bûne.

Li gor encamên rapirsiyê li her 4 bajaran dengê partiyan wiha ne:

Li Amedê HDP: %59.7, AKP: %18.6, CHP: %4.8, DEVA: %3.6

Li Mêrdînê HDP: %51.2, AKP: %25.5, CHP: %6, MHP: %2.4

Li Rihayê AKP: %45.3, HDP: %28.5, CHP: %5.5, MHP: %5.2

Li Wanê HDP: %53.5, AKP: %26.9, CHP: %5.1, MHP: %2.4

Siyaset Haberleri

Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in