Rapirsîn, “ERÊ” an “NA”

Mahmûd Kilinc

Pakêta guhertina hinek xalên makezagona Tirkîye’yê, piştê danûstandinên xalan, parlementê bi 339 dengan pesend kir.

Nuha li ber îmzaya serokkomar e, ku paşê bona rapirsînê (referandum) Saziya Bilind’a Hilbijartinê dê rojekê (tarîxekê) dîyar bike, dîsa bi ya makezagona Tirkîye’yê piştê pesendkirinê dema rapirsînê ji du mehan kêmtir nabe, ji dest vê weha dixuye ku roja rapirsînê dê di destpêka meha avrêlê da be.

Dîtinên rawêjkarên siyasî jî di vê bergehê da ne.

Paket ji 18 xalan pêk dihat, heta îro hevde caran makezagona vî welatî hatiye guhertin, ango zagonek pîneyî ye, guhertina vê carê ya hejdeyî û ya herê girîng e, ji ber ku sîstema rêveberinê diguhere.

Heta îro, hêj îro jî li Tirkîye’yê sîstema rêveberinê palementerî ye, ango li gel serokkomarekî temsîlî lê bêmesulîyet, bona rêveberinê serokwezîr û hikûmetek heye, hikûmet di nava parlementê da û ji partîya xwedî piranîya kursîyan têt avakirin, eger, bona avakirina hikûmetê kursîyên partîyekê tene bi sere xwe bes neke, vê carê dibetîya hikûmeta koalîsyonî derdikeve.

Wekî têt dîtin parlement û hikûmet di navahev da ye, li welatên kêmdemokrasî ev pirsgirêkek girîng e, herweha xeter e ji ber ku yasadanîn dikeve bin bandora rêveberinê, wekî li Tirkîye’yê em dibinin.

Heçku, li welatên demokratik divê hersê hêz, ango; daraz, yasadanîn û rêveberin ji hev cüda bin, yek li ser yên din ne xwedî bandor be.

Ev cûdabûna hersê hêzan  bingeha demokrasîyê avadike, eger ne weha be rejîmê wî welatî nabe demokrasi.

Ji dest vê li Tirkîye’yê parlementerîyek dejenere (xerabûyî) heye, ango nirx û pîvanên parlementerîyê dejenere ne, desthilatan heta roja îro bi dile xwe kare rêveberinê kirine, ji ber tirsa hinek pirsgirêkan, bo mînak pirsa mafên neteweya Kurd û Kurdistan’ê sîstem, carina çep carina rast lêdide.

Bi kurtî sîstema îro, ango parlementerîya dejenerî divêbûya pirsgirêka bakurê Kurdistan’ê çareser bikira, berevajî hikûmetan bakûrê Kurdistan’ê tarûmar kirin, bi deh hezaran mirov hatin kuştin, hêj îro jî şerekî xwînavî berdewam e.

Parlementer, serokşaredar, siyasetvan, rewşenbîr û kesên sivîl, bi hezaran kes hatin derdestkirin, dîsa bi hezaran kes ji kar hatin avêtin.

Bêşik, bere parlementerî û seroktîyê girîngî demokrasi ye.

Lê bele, li Tirkîye’yê sîstema parlementerîyê hat ceribandin, partî hene, saziyên sivîl hene, çapemenî heye di hinek mijaran da azad in, lê di hinek mijaran da wekî tûfî devîhevkiribin hemen tiştî dibêjin, heman helwestî digrin.

Taybetî di mijara mafên neteweya Kurd û Kurdistanê da, eger mijar parçeyên Kurdistanê yên dervayî Tirkîye’yê bin jî heman helwestê digrin, an bêdeng dibin.

Ev wêne di palementê da jî weha ye.

Nuha, bi guhertina makezagonê sîstemek din têt, lê ev tene bi sere xwe nameşe.

Ango, eger hinek zagon neyên guhertin, bo mînak Zagona Hilbijartinê, herweha Zagona Partîyan û hinek zagonên bi mijarê va pabend neyên guhertin, di navberê da ahengdarîyek pêk neyî, piştê demekê dê pirsgirêkên din dê rû bidin.

Taybetî, eger hersê hêz, ango yasadanîn, daraz û rêveberin ji hev cûda nebin.

Têt pêşbinîkirin, ku eger hemahengi nebe, bi hinek saziyan kontrola saziyên din nebe, ango hinek sazî bona kontrolkirina desthilatê nebin, her biryar bikeve destê yek kesi, an grupek biçûk, bi gotinek herê sivik ev dibe sîstemek totaliter, dawîya wê dîktatorî ye.

Bila em zanibin ku pêşîya dîktatorî bi federalîzmê dê were stendin.

Îro li Tirkîye’yê “Halê Awerte” heye, herweha parlementer, serokşaredar, sîyasetvan, rewşenbîr û rojnameger, bi hezaran kes hatine derdestkirin, bê dozname û bê dadgehê di gitîgehan da, li benda roja darizandinê ne.

Hikûmetê, çend roj berê hinek Biryarnameyên di Hukmî Zagonan da ragihand, dema derdestkirinê ji 30 rojan daket 7 rojan û mafê serdana parêzeran bona kesên di girtîgehan da hat dayîn.

Hikûmetê li ber xwe ev birayar nestend, ewqas ne “bibext” e, ji ber ku Turkîye’yê ketibû rojeva Parlementa Konseya Ewrupa (PKE) ku bona şopandina vî welatî komîsyonek bêt hilbijartin.

Çend demjimêr berê ku mijar di PKE da bêt gotûbêjkirin Tirkîye’yê ev biryar stend, komîsyon nehat hilbijartin lê PKE dê Tirkîye’yê bişopîne.

Gelo di dengdana PKEê da nûnerên HDPê hebûn, çawa deng dan, divê rayagiştî zanibe.

Têt gotin ku “eger destê R. Tayyip Erdogan xurt bibe ewê bona çareseriyê gav bavêje”, mixabin , peyamên serokkomar, serokwezîr, wezîr û rayedarên dewletê, herweha biryarên hikûmetê çîyê hêvîyê nahêle.

Jixwe nabe çareserkirina pirsgirêkan, her çi dibe bila be, di destê yek kesî da be, ev kes dê çawa biryarê bide?.

Kî/kê dikane pêşbinî bike?

Hele mijar pirsgirêka Kurd û Kurdistan’ê be, em siyaset û helwesta partî û rayagiştî dizanin, herweha di vê guhertinê da partîya nijadperest dibe destek e.

Ango divê bona me Kurdan guhertinên konkret hebin, eger AKPê dixwaze denge gele Kurd bike “ERÊ”, dive li gel guhertinên konkret dikane ji berdana kesên derdestkirî û kayyumên şaredarîyan dest pê bike,

Gotina dawî, wekî îro li me ferz e, li bakurê Kurdistan’ê hêzek siyasî, hevgirtî û demokratik dikane deriye gellek gengeşîyên nû veke.  

26.01.2017/Dusseldorf