RAPIRSÎ | Dengên AKPê di bin %30 û yê HDPê jî di bin %10 de ye!

.

Kompaniya Lêkolînên Civakî û Rapirsînan a Tirk Avrasya, encamên rapirsîna 21ê Tebaxa 2021ê belav kir.

Serokê Kompaniya Avrasya Kemal Ozkiraz ragihand, li gor rapirsiyê ji %58.7ê beşdaran hibijartineke pêşwext dixwazin, ji 30.8 jî hilbijartinên pêşwext naxwazin û ji %10,5 jî gotine li ser hilbijartinên pêşwext rayeke me nîne.

Li gorî encamên rapirsiyê AKPî, CHP û IYI Partî benda %10 derbas dikin û HDP jî bi %9.8 di bin benda hilbijartinê de dimîne. Herwiha dengên AKPê jî cara yekem dikevin bin rêjeya ji sedî 30 ya hilbijêrên Tirkiyê.

Encamên rapirsîyê wiha ne:

AK Partî: %29.1

CHP: %27.2

IYI Partî:%13.8

HDP: %9.8

MHP: %7.3

DEVA: %4.7

Partiya Pêşerojê (Gelecek): %2.2

Partiya Saadet: %1.6

Partiya Demokrat (DP): %1.1

Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP): %1

Partiya Memleket: %0.9

Partiyên din: %1.3

Di rapirsiyê de li ser serokomariyê jî hinek pirs hatine kirin. Ji %54.9ê beşdaran gotine em naxwazin Erdogan careke din bibe serokkomar û %34.2 jî gotine em dixwazin Erdogan careke din bibe serokomar.

Di hevrikiya Erdogan û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de dengên Erdogan %40.5 û yên Îmamoglu %59.5 in.

Di hevrikiya Erdogan û Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş a serokomariyê de, dengên Erdogan %41.9 û yên Yavaş %58.1 in.

Di hevrikiya Erdogan û Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu de jî dengên Erdogan %45.8 û yên Kilicdaroglu jî %54.2 derketine.

Herwiha di hevrikiya Erdogan û Seroka IYI Partiyê Meral Akşener de jî dengên Erdogan %46 û yên Akşener %54 di rapirsiyê de derketine.

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn