Ranya: Pêşmergeyek ji aliyê çend kesan ve hat kuştin

.

Li nahiya Çarqurne ya bajarê Ranya yê Herêma Kurdistanê, do êvarî Pêşmergeyek bi guleyan ji aliyê çend kesan ve hat kuştin.

Rêveberiya polîsê devera Raperîn diyar kir, ew kesê ku hatiye kuştin Pêşmerge ye û temenê wî 48 sal û navê wî jî F.S.M ye.

Herwiha li gorî agahiyên polîsan, li şûna kuştina wî Pêşmergeyî 18 qewanên kilaşnîkofê hatine dîtin û yên ku ew kuştine jî, reviyane.

Hat destnîşankirin, di navbera malbata kuştî û tohmetbaran de dijminahî hebûye. Her du alî jî xelkê Hewlêrê ne, lê yê hatiye kuştin, çend sal bû li nahiya Çarqurne bicîh bibû. Tohmetbar jî ji Hewlêrê ji bo kuştina wî çûbûn Çarqurne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye