Quds.. NY biryara Trumpî red kir!

Neteweyên Yekgirtî bi 128 dengên "Belê" û bi 9 dengên "Na", biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a nasîna Qudsê weke paytexta Îsraîlê red kir.

Biryara Trump a ku di 6ê Berfanbara 2017an de, bajarê Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas kiribû û biryara hejmara 478 a Encumena Asayişa Navdewletî ya sala 1980ê jî binpê kiribû, li cîhanê rastî bertekên tund hat, ji hêla NYê ve bi 128 dengên 'belê' û bi 9 dengên 'Na' hate redkirin.

 

Hemû wan welatên ku Îsraîlê nas dikin û balyozxaneyên wan li Tel Avîvê hene, ji wan yek jî aşkere nekir ku êdî Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas dikin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin