Qubad Talabanî daxwaza berdana Muslim kir

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî derbarê binçavkirina Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim bertek nîşan da û xwest ku Muslim were serbest berdan.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek da û tê de got, ji bo Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim azadî. Talabanî herwiha got, jib o çareseriya pirsgirêkan baştirîn rê lihevgihiştin û diyalog e."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser daxwaza dewleta tirk li bajarê Pragê yê paytexta Çekyayê hatibû desteserkirin.

Kurê Salih Muslim Welat Muslim ji bo Sputnikê ragihandibû ku nûçeyên dibêjin ‘Salih Muslim êvara borî li Pragê hatiye desteserkirin' rast in û got, ew vê sibehê ji desteserkirina bavî wî agahdar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin