Qeyyumê Şaredarîya Wanê 193 karmend û karkir ji kar dûrxist

Di Mijdara 2016ê de piştî ku Hevserokê Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji kar hatibû dûrxistin û hatibû tewqîfkirin di şûna wî de walîyê Wanê wek weqîlê qeyyûm hatibû destnîşankirin.

Hat ragahandin ku bi îmzeya sekreterê şaredarîya Wanê Mustafa Yalçin di 9.02. 2017 û bi numereya 295 teblîqatêk ji wan karmend û karkiran re hatîye şandin ku heta di derheqê wan de lêgerîn xelas bibe peymana wan a kar bi yek alî hatîye rawestandin. Yên peymana wan yek alî îptalkirine karkirên bi peyman û karmendên bi kadro ne û 193 kes in.

Qeyyumê wekîl yê Şarederîya Wanê Walî Ibrahîm Taşyapan dibêje; ev tedbîreke miweqat e ku ji bo wan kesan hatîye wergirtin dê di encama lêgerinê de biryara nihaî di derheqê wan de bidin.

Di Mijdara 2016ê de piştî ku Hevserokê Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji kar hatibû dûrxistin û hatibû tewqîfkirin di şûna wî de walîyê Wanê wek weqîlê qeyyûm hatibû destnîşankirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin