Qeyyumê Şaredarîya Amedê 78 karmend û karkir ji kar dûrxist

Di nav van 78 karmendan de sekreterê giştî, cîgirên sekreterên giştî, serokên daîreyan û midûrên şaxên şaredarîyan jî hene.

Li gor nûçeya DHAyê Qayyûmê Şaredarîya Amedê Cumalî Atîlla 78 karmend û karkirê şarederîyê ji kar dûrxist. Di nav van 78 karmendan de sekreterê giştî, cîgirên sekreterên giştî, serokên daîreyan û midûrên şaxên şaredarîyan jî hene.  

Qeyyûmê Amedê xala 137 ya Qanûna Karmendên Dewletê sebeb nîşan daye wan jî kar dûrxistîye ku ev xal dikeve xala mewzuata emnî ya dewletê.

Piştî ku hevseroka şaredarîya Amedê Gulten Kişanak ji kar hatibû dûrxistin û tewqîf bibû di şûna wê de qaymeqamê navçeya Etimegut yê Enqerê Cûmalî Atîlla hatîbû tayinkirin.

Wek dihê zanin ji xeynî şaredarîya bajarê Agrîyê hemû bajarên ku di destê HDP/DBP de bûn şaredarên wan ji kar hatine dûrxistin û di şûna wan de qeyyum hatine tayînkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin